Birûskên pîrozbahiyê bi salvegera 17 damezrandina PUKmedia`yê

kurdistani 10:48 AM - 2020-01-19
Birûskên pîrozbahiyê bi salvegera 17 damezrandina PUKmedia`yê

Birûskên pîrozbahiyê bi salvegera 17 damezrandina PUKmedia`yê

Di 22-1-2020`an de Malpera fermî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi salvegera damezrandina xwe yê 17 mîn pîroz dike.

PUKmedia`yê di salên borî de dikarî nûçe û bûyer bi awayeke rast li gor bingehên Rojnamevaniyê veguhesta ku pêbawerî nîşana PUKmedia`yê ye.
Ofîsa Rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi boneya 17 -emîn salvegera damezrandina malpera PUKmedia, peyamek pîrozbahiyê arasteyî malpera PUKmedia`yê kir.
Boruya rêxistinên di belavokekê de ragihand ku em hemî karmend û stafê PUKmedia`yê pîro dikin û hêviya serkkeftin û pêşkeftinê ji we re dixwazin, destnîşan jî kir ku ji dest pêka damezrandina malperê ve xuzmetên mezin ji bo pêşxistina ragihandina Kurdî pêşkêş kiriye ku li gor cîhana pêşketina Teknolocî diçe.
Di belavokê de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku yê tevî girîng di malperê de ewe ku  gelek beşên wê bi ziravayên cude hene ku ev cuhê serfiraziyê ji YNK re ye.

Ofîsa Hilbijartinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî bi boneya salvegera 17 mîn ya damezrandina PUKmedia`yê peyameke pîrozbahiyê şand.
Di peyama pîrozbahiyê de hat : pîrozbahiyên me ji staf û hemî karmend û sernoserê malpera PUKmedia`yê  re hene û em hêviya serkeftinê jê re dixwazin ku hertim di erk û veguhestina nûçeyan bi awayeke rasteqîne de berdewam bin û xwedî rol di pêşketina Ragihandina Kurdî de bin.

Her weha endamê Encûmana Serkirdeyetî a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aso Mamend peyameke pîrozbahiyê arasteyî sitafa PUKmedia`yê kir,têde got: bi boneya salvegera 17 mîn ya damezrandina malpera PUKmedia`yê pîrozbahiyên me ji karmendên maperê re hene û em hêviya serkeftinê jê re dikin ku salvegera 17 mîn di demekê de hetiye ku Herêma Kurdistanê di qonaxeke nûh de derbas dibe  de`ye ku veguhestina bûyeran li ser milê we dikeve ye û em bi hêvî ne ku mwlper li ser rêya xwe yê serkeftinê bimîne û her serkeftî be .


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket