Talîban amadebûna xwe ji agirbestê re pişt rastkir

kurdistani 10:18 AM - 2020-01-18
Talîban amadebûna xwe ji agirbestê re pişt rastkir

Talîban amadebûna xwe ji agirbestê re pişt rastkir

Li gor ragihandina 2 jêderan ku Tevgera terorîst ya Talîbanê eger li gel Amerîkiyan gihêşte rêkeftinekê wê agirbestek deh-roj pêk bîne û wê êrişên bi ser hêzên Afganî ve kêm bike û danûstandinê bi berpirsên hikûmetê re bike .Destnîşan hat kirin ku heke ev rêkeftin  bicih were wê agirbestek dirêj li Afganistanê pêk were .

Her wiha piştî kuştina leşkereke Amerîkî di encama êrîşeke Talîban de ,serokê Amerîkayê Donald Trump danûstandinên qut qutî bi Tevgerê re rawestandibû, ji hêla xwe ve serkereke mezin ji tevgera Talîban ragihand ku Dewletên Yekbûyê daxwaza agirbestê di dema danûstandinên aştiyê de kir lê me red kiribû ,Encûmana Şûre yê Tevgerê di roja îmzekirina peymana aştiyê de liser Agirbestê çmze kir.

Jêdferan amaje bi wê yekê kiribûn ku eger bighêjin peymana agirbestê ,yekser wê Talîban û Hikûmeta Afganiyayê li Almaniya komcivînekê lidarxin ,ku berê Talîban li ser rûniştinê razî ne dibû,derbarê îmzekirina peymanê jî dem diyar nebûye lê dibêjin ku wê di demeke nêzîk de be.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket