Li bakurê Bexdayê oparesyoneke berfireh dest pê kir

kurdistani 10:03 AM - 2020-01-09
Li bakurê Bexdayê oparesyoneke berfireh dest pê kir

Li bakurê Bexdayê oparesyoneke berfireh dest pê kir

Berdestê Sibeha Pêncşemê 9-1-2020`an,Hêzên Ewlekariyê li bakurê Bexdayê dest bi oparesyona  Bejahî û esmanî kirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê di hundir belavoka xwe de ragihand ku di bin çavdêriya fermandariya oparesyonên Bexdayê oparesyona Soza Aştiyê bi beşdariya Hêzên Ewlekariyê Lîwa 59 û 37 û çend hêzên din bi rêve çû,destnîşan hat kirin ku birêvebirina oparesyonê bi piştevaniya balafirên artêşê birêve diçe.

Belavokê amaje bi wê yekê jî kir ku ev oparesyon bi armanca girtina şaneyên razay li qezaya Tarimiyê û deverên derdorê birêve hatiye birin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket