Ebdul Mehdî bêyî pejirandina hikûmetê, oparesyona leşkerî qedexe dike

kurdistani 12:24 AM - 2019-12-30
Ebdul Mehdî bêyî pejirandina hikûmetê, oparesyona leşkerî qedexe dike

Ebdul Mehdî bêyî pejirandina hikûmetê, oparesyona leşkerî qedexe dike

Serekê Hikûmeta Êraqê Adil EbdulMehdî,wezîrê parastina Amerîkî Mark Asper bi redkirina wî ji bombebaran kirina wargehên Heşde Şebî de agahdar kir,û her oparesyoneke yek alî eger esmanî be an jî bejahî bêyî pejirandina hikûmetê red dike.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên çekdar Lîwa Ebdul Kerîm Xelef ji Ajansa Nûçeyan a Êraqê re got: "Wargehên girêdayî lîwa 45 yê Heşd yên li ser sînorê Êraq- Sûriyê duh rastî êrîşeke .
esmanê hatin ,di encamê de hejmareke mezin ji hêzên Heşd şehîd û birîndar ketin.

Xelef liser zimanê serokwezîr ragihand ku berê me biryara xwe derbarê her oparesyoneke tekane ji hêla Hevpeymaniya Navdewletî de daye û red kiriye an ti hêzên din ên li hundurê Êraqê, û em wê yekê mina binpêkirina ji serokatiya Êraqê re dibînin û astek metirsîdar li ser ewlehiya Êraq û deverê dibînin.
 Her wiha Ebdul Mehdî tekez kir ku ji bo ewlehiya neteweyî wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina Êraqiyan û parastina ewlehî û serweriya Êraqê ,daxwaza civînek awarte ya Encûmana Wezîran kir.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket