Kosret Resûl; Em li ser rêbaza Mam Celal in

kurdistani 04:18 PM - 2019-12-26
Kosret Resûl; Em li ser rêbaza Mam Celal in

Kosret Resûl; Em li ser rêbaza Mam Celal in

Kosret Resûl Elî tekes kir ku ewan li ser rêbaza serok Mam Celal dirêjpêder in.

 Di dawiya ragihandina serkevtina kongreya 4ê ya YNKê de, serokê Encûmena bilind a siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Kosret Resûl Elî peyamek weşand.

Di peyama Kosret Resûl Elî de hatiye ku bi dileke xweş û geş ku di rewşeke pir aloz û zehmet de Kurdisrtan û Êraq têde derbas dibe, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kongreya xwe ya 4ê lidar xist û bi serkevtî jî bi dawî hat ku li ser rêbaza serok Mam Celal dirêjpêder dibin.

Di wê peyama serokê encûmena siyasî a bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdiastanê de, hatiye ku di demeke pir zejmet de kongreyha 4ê ya YNKê hat lidarxistin ku em li ber berpirsyartiyeke pir mezuin û dîrokî de bûn.

Heval Kosret Resûl Elî di dirêjahiya peyama xwe de wiha pê de diçe; Kongreya 4ê bi serkevtî derbas bû ku destkevteke mezin e ji bo xezîneya YNKê ku çiqas xebat û tekoşîn kiriye û tekez kir ku ew li ser rêbaza Mam Celal û hêla pakrewanên riya azadiya kurd û Kurdistanê ne.

Her weha di peyamê de wiha dibêje; Ew kesên ku di hundirî kongreyan 4ê de bûn, nûneretiya tevahiya navçe û bajar û bajarokan dikirin ku ji bo nûbûn û pergaleke nû ji bo YNKê hilbijêrin ku dest bi dest xizmeta Kurdistanê bikin û pêkanîna bernameyekî ji bo pêşeroja nivşên nû.

Di dawiya peyama xwe de, Kosret Resûl Elî aşkire kir ku ew tekez li ser pabendbûna bi rêbaza serok Mam Celal dikin û wê wefadariyê ji xwîna pakrewanan re bikin û ewê mertala parastina Kurdistanê bin û wê YNKê vegerînin wek berê ku çawa fedekarî kir tako Kurdistanê biparêze.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket