Keçeke Kurd a Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

kurdistani 10:17 AM - 2019-12-15
Keçeke Kurd a Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Keçeke Kurd a Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Keça Kurda Êzidî Almas Sebah a ku ji dest çeteyên DAÎŞê yên terorîst hatibûn rizgar kirin ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hate veguhestin.

Almas Sebah keçek Kurd a Êzdî ye di sala 2014ê kete destê DAIŞê, ew 4 caran birîndar bûye û dibêje cara dawiyê guleyek ser sîngê wê ket û çeteyan ew bicih hêştin ku anîbûn kampa Holê û piştî 7 mehan xwe radestî mala Êzdiyan li Qamişloyê kir.

Her weha Almas behsa şerê Baxozê kir dibêje ku serkirdeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî peyamên dengî bo endamên DAIŞê şandibû û daxwaz ji wan kiribû ku heta dawiyê şer bikin û xwe teslîm nekin, lê duberekî di nav çekdaran de derket, destnîşan jî kir ku wê gelek rev û kuştina fermadeyên DAIŞê bi çavên xwe dîtine û derbarê vê yekê de jî wiha got: “Dema şer dest pê kir gelek ji çekdarên DAIŞê reviyan û hinek ji wan jî digotin ew dê heta mirinê şer bikin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket