Washington daxwaza rêz girtinê ji Rojnamegeriyê li Êraq re dike

kurdistani 11:57 AM - 2019-11-28
Washington daxwaza rêz girtinê ji Rojnamegeriyê li Êraq re dike

Washington daxwaza rêz girtinê ji Rojnamegeriyê li Êraq re dike

Ji bo daxistinî çend kenalan û huşdarîdan bi jimareyeke din ,Amerîkayê biryara desteya  Ragihandin û Peywendiyên Êraq şermezar kir, û got ev biryar ligel erkê hikûmetê di parastina azadiya Rojnamenosan û reya azadî  negoncê.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê di heyama daxuyaniyekê de îro Pêncşemê  ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye de ragihand ku ji bo daxistine Desteya Peywendiyê ji çend kenalan re şermezar kiriye û got nabe rê li pêş azadiya Rojnamenosan bê girtin û divê ku Desteya Peywendiyan û Ragihandinê  li biryara xwe vegere û bi taybet daxistina kenala Dejle li Bexdayê.

Daxuyaniyê tekez li ser wê yekê kir ku azadiya derbirînê qonaxa bingehîn a Civaka Demokrat e,çavdêriya li ser dezgehên Ragihandinê bi hinceta weşandina nûçeyên derewîn ku rojnameyan aciz dike û girtina xuzmeta Enternêtê û Medyayên civakî ,hebûna Rojnamevaniyê tehdîd dike, Rêzgirtin û xwedîderketina ji mafê rojnamegeran ku erkên xwe bê zordarî pêk bînin pêdivî ye ku parastin û pêşvexistina demokrasî û parastina maf û azadiyên civakan hebe.
 
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket