Serokê Herêma Kurdistanê bi politburoya YNKê re civiya

kurdistani 03:22 PM - 2019-11-26
.

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi politburoya YNKê re civiya.

Îro roja sêşemê 26-11-2019`an, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana bajarê Silêmaniyê kir û bi politburoya YNKê re civiya.

Her weha şandeya mêvan ku ji serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirên wî Şêx Cefer Mistefa û Mistefa Seyid Qadir ku di gel Cîgirê yekemîn yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîçştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî û hejmarek ji endamên politburoya YNKê.

Di wê civîna du qolî de, rewşa heyî li Êraq û Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî anîn rojevê û gotûbêj kirin. Her weha beriya vê serdanê şandeyê serdana baregeha Tevgera Goranê jî kiribû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket