Li Bexdayê xwepêşandan berdewam in

kurdistani 10:05 AM - 2019-11-09
Li Bexdayê xwepêşandan berdewam in

Li Bexdayê xwepêşandan berdewam in

Xwepêşandanên ku li bajarên Êraqê rû dide berdewam in û di heyama van 5 rojan de 23 kes hatine kuştin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Êraqê bi daxuyaniyekê aşkire kir ku di navbera rojên 3 û 7ê Mijdarê de li Bexda, Kerbela, Besra û Zîkarê xwepêşandanan berdewam kirin û aşkire kir ku di encama alozî û tundûtûjiya di wan xwepêşandanan de 23 kes hatin kuştin û 1077 kes jî birîndar bûne.

Wê komîsyona serbixwe diyar jî kiriye ku di wê heyamê de 201 kes ji aliyê hêzên emnî yên Êraqê ve hatine desteserkirin û ji wan 170 kes hatine berdan.

Ji 1`ê Cotmehê ve bi mebesta gendeliyê di nav dam û dezgehên hikûmî de û nebûna derfetên kar û xizmetguzariyan xwepêşandan birêve dibin.

Li gor Komîsyona Mafên Mirovan ji roja destpêkirina xwepêşandanan heta niha 254 kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket