Komîteya berevaniyê piştgiriya erkên hikûmetê dike

kurdistani 10:58 AM - 2019-11-07
Komîteya berevaniyê piştgiriya erkên hikûmetê kir

Komîteya berevaniyê piştgiriya erkên hikûmetê kir

Serokê meclîsa wezîran Adil EbdulMehdî bi amadebûna wezîrên berevanî û navxwe di hikûmeta Federal de komcivînek ji serrkirdeyên ewlekariyê re lidarxist.

Di belavoka ofîsa Ragihandina serokwezîr de hat ragihandin ku serok û endamên Komîteya Ewlehî û Parastinê di Meclîsa Nûneran de jî beşdarî civînê bûn da ku pêşveçûnên rewşa ewlehiyê bibînin û bersivê bidin daxwazên xwenîşanderên aştiyane.

Li gorî belavokê ku endamên komîta parlamentoyê "piştevaniya xwe ji bo hewildanên hikûmetê piştrast kirin û bersiva daxwazên rewa û piştevaniya hewildanên ji bo cîbicîkirina ewlehî û fermanê û parastina mal û milkên taybetî û deverên girîng û hewcedarî ji bo bidestxistina ewlehî û aramî ji bo hemwelatiyan û peydakirina berjewendî û karên wan di wezaret û saziyên dewletê, zanîngeh û dibistanan de jî tekez kirin".

PUKmedia/Bexda

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket