Li Eyn Îsa heta Girê Spî şer berdewam e

kurdistani 11:50 AM - 2019-10-13
Şer li Eyn Îsa heta Girê Spî berdewam e

Şer li Eyn Îsa heta Girê Spî berdewam e

Derbarê êrîşa Tirkiyê û çeteyên wê bi ser Serê Kaniyê de jêdereke taybet ji PUKmedia``yê re ragihand ku duh artêşa Tirkiyê li gel çeteyên wê gundewarê bajêr kontrol kiribûn lê di derengiya şevê de Hêzên Sûryeya Demokratîk ew navçena gerandin jêr kontrolê xwe .

Çavkaniyê herêmê destnîşan kir ku ji sedî 25 ji gundewarên Serê Kaniyê ketibûn bin destê Tirkan lê piştî şereke dijwar niha hatine kontrolkirin ,tenê ser li Eyn Îsa heta Girê Spî de heye û rû dide,amaje bi wê yekê jî kir ku wek tê xuyakirin ku mijara Serê Kaniyê heta Girê Spî di navbera Tirkiyê û Amarîkayê de bi 30k.m  misokere (pilan hatiye danîn ku dê bikeve bin destê Tirkiyê)lê HSD bi hemû tiwaneyên xwe şer dike da ku aliyek an jî hêzeke navdewletî tevlêbe û li pişt Kurdan bisekine da ku rewş çareser bike û oparesyona dewleta Tirkiyê rawestînin.

Her weha jêder bal kişand ser welatiyan û moralên wan ku niha şêniyên bajarên Qamişloyê jî berê xwe dane Girê Sipî heta ku morala berxwedanan bilindtir bikin û wek piştek bidin wan.

PUKmedia taybet/Nazliye Remedan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket