Nerwic hinardekirina çekan ji Tirkiyê re rawestand

kurdistani 11:44 AM - 2019-10-11
Nerwic hinardekirina çekan ji Tirkiyê re rawestand

Nerwic hinardekirina çekan ji Tirkiyê re rawestand

Nerwêc rawestandina hinardekirina çekên nû bo Tirkiyeyê ragihand.
Hat ragihandin ku ev gavê Nerwicê piştî destpêkirina oparesyona leşkerê yê Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de hatiye.

Wezîrê derve yê Nerwicê Eni Eriksen Suraid ragihand ku ji ber ku rewş neliheve û lawaze wezaaretê mîna tedbîrekê şandina çek û alavên leşkerî ji Tirkiyê re rawestand.

Her weha Fînlende ku mîna Nerwicê ne endamê NATOyê ye ragihandibû ku hinardekirina çekan ji her dewleteke ku beşdarî şer dibe rawestand. Hêjay bîrxistinê ye ku dewleta Tirkiyê roja Çarşemê li ser destpêkirina artêşê ligel çekdarên Opozisyona Sûrî bi oparesyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihandibû bi navê " Neba Selam" .


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket