Lireya Tirkiyê li hember dolar daket

kurdistani 12:00 PM - 2019-10-07
Lireya Tirkiyê li hember dolar daket

Lireya Tirkiyê li hember dolar daket

Piştî ku Koşka Spî ragihand ku Enqere dê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşekê pêk bîne, îro nirxê lîreyê Tirkiyê daket.

Serê vê sibê dolar li hember lîreyê Tirk heta 5.7060’an jî daket, lê belê piştî daxuyaniya Amerîkayê ku dê destekê nede hewldana dagirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta asta 5.7588an jî zêde bû.

Ji ber aloziya têkiliyên Enqere û Washingtonê, her wiha xetereya destwerdananên siyasî di siyaseta darayî de lîreyê Tirkiyê ji sedî 30 beramberî dolar bû û ji destpêka salê ve ji sedî 8 kêm bûye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket