Polat Can; Mam Celal pêşeng û dibistaneke dîplomasiya Kurdistanî bû

kurdistani 10:03 AM - 2019-10-05
Polat Can û Mistefa Balî

Polat Can û Mistefa Balî

Şandeke Rojavayê Kurdistanê serdana mezara Mam Celal kir û gulbaxek li ser mezarê dînan.

Di roja 2-10-2019`an de, şandeke ji Hêzên Sûriye Demokratîk HSDê ku pêkhatibû ji Fermandarê navdar ê YPGê Polat Can û berpirsê ragihandina HSDê Mistefa Balî serdana mezara Mam Celal kirin û gulbaxek li ser dînan.

Her weha di wê barê de, Fermandarê naskirî ê Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê Polat Can bi riya rûpela xwe a facebookê wiha nivisyie; "Di huzura Heval Mam Celal de. Serok Mam Celal, kesayetek jîr, pêşengekî jêhatî û dibistaneke dîplomasiya Kurdistanî bû, di demekî herî pêwîst de ji nava me bar kir".

Hêjayî gotinê ye ku Polat Can wek nûnerê YPGê di Udeya Operasyonên Hevpeymana Navnetwî li Silêmaniyê bû di serdema berxwedana Kobanê û her weh di serdema rizgarkirina navçeyên Silok û Girê Spî û xwedî roleke mezin di pêşveçûna peywendiyên YNK û Rojavayê Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket