Merasîma pirtûka Mam Celal birêve çû

kurdistani 05:18 PM - 2019-10-03
Pirtûka (Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd )

Pirtûka (Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd )

Merasîma dabeşkirina pirtûka Mam Celal di salona Kurdsitanî New de birêve çû.

Îro roja pêncşemê 3-10-2019`an, li bajarê Silêmaniyê di salona Kurdistanî New de, merasîma debaşkirina pirtûka rojnamevan û nivîskar Hozan Efrînî birêv çû.

Di destpêka wê merasîmê de, sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer dest bi xêrhatina mêvanan kir û hemû beşdarvanên merasîmê ji bo rawestandina xwelek bêdeng ji bo rewanpakiya pakrewanên kurd û Kurdsitanê vexwend û piştre jî derbarê naveroka nivîsandin û amadekirina pirtûk a derbarê serok Mam Celal de şirove  kir û piştre jî derfet da bi nivîskar û rojnamvan Hozan Efrînî tako li ser pirtûkê axivtinên xwe pêşkêş bike.

Naveroka pirtûkê eve ku nivîskar Hozan Efrînî bi riya vê pirtûka bi navnîşana (Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd ) rola serok Mam Celal di xizmeta doza gelê kurd û parastina destkevtên gelê kurd ku wek endazyarê proseya aştî ji Bakurê Kurdistanê re û alîkariya damezrandina  yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê aniye ser nivîs.

Her weha di axiftina xwe de, Efrînî gelek nimûneyên derbarê rastiya tekoşîn û xebatên Mam Celal anî ser ziman ku ji aliyê kesayetiyên mezin û xwedî xebatên dêrîn jê re hatine veguhtin û wî jî di pirtûka xwe de bi cihkiriye ku kesayetiya Mam Celal wek kesayetiyeke karîzme hatiye naskirin û bi navkirin.

Her weha, name û nêrînên siyasetvan û nivîskar û ronakbîrên kurd, Erebî, Êranî, Tirkî, Amerîkî, Rûsî û Ewropî jî derbarê kesayetiya karîzme yê Mam Celal de hatine ser nivîs, û rola ragihandina YNKê ji piştîvaniya gelê kurd û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê di pirtûkê de  cih digre.

Hêjayî gotinê ye ku çap û weşandina pirtûkê ji aliyê PUKmedia`yê ve hatiye kirin û dîzayîna pirtûkê jî bi destê kak Herêm Şêx Osman hatiye dîzeyînkirin ku bi awayekî pir girîng hatiye amadekirin.

Hûn dikarin di vir de bişopînin..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket