Bafil; Herêmeke azad û bihêz pêwîstî bi aştiyê ye

kurdistani 04:57 PM - 2019-09-25
Bafil Talebanî ligel rêxistina aştiya cîhanî a aştiyê

Bafil Talebanî ligel rêxistina aştiya cîhanî a aştiyê

Bafil Talebanî di dîdarekê de ragihand ku Herêmeke azad û bihêz pêwîstî bi aştiyê ye.

Îro roja çarşemê 25-9-2019`an, Siyasetvanê kurd Bafil Talebanî li avahiya politburoya YNKê li bajarê Silêmaniyê, pêşwazî li serokê Rêxistina Aştî a Cîhanî Dr. Fêrhad (Şêx Farif AlSelmo Alta`î) û encûmena rêvebiriya rêxistina aştî ya cîhanî kir.

Di wê dîdarê de, endamê serkirdeyetiya YNKê Berzanî Ehmedî Kurde û berpirsê peywendiyên derve yê YNKê Tehsîn Namiq her du aliyan derbarê aştiya nava civaka kurdî tekez li ser perewekirina wê ku di xizmeta aştiya siyasî û civakî de ye kir.

Ji aliyê xwe ve Bafil Talebanî aşkire kir ku çareseriya alozî û pirsgirêkan li ser bingeha lihevtêghîştinê ye û bi zimanê diyalog û danustandinan e ku heya aştî bête bi cihkirin û bibe gerantiya pêşketinê ku ezmûna Herêma Kurdistanê jî li ber çav e û eger em bixwezin Herêmeke azad û aborîyeke bihêz û dadperweriyê peyda bikin, pêwîste aştî û pêkvejiyan bête bichanîn ku ev bingeha hemû tişta ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket