Efrîn: Çekdaran 2 jin ji kefirsefrê bi guleyan birîndar kirin

kurdistani 12:18 PM - 2019-09-11
Efrîn: Çekdaran 2 jin ji kefirsefrê bi guleyan birîndar kirin

Efrîn: Çekdaran 2 jin ji kefirsefrê bi guleyan birîndar kirin

Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar bi ser gundekî Efrînê de girt, gule avêtin û zêdetir ji 15 kesan revandin û 2 jin jî birîndar bûn.
Li gor ragihandina jêderekî ji Efrînê ku duhî îstixbarata Tirkiyê û Polîsa Leşkerî û grûpa çekdar yê bi navê “Semerqend” bi ser gundê Kefirsefrê yê navçeya Cindirêsê de girtin, dest bi revandina gundiyan kirin û gule avêtin,di encamê de 2 jin birîndar kirin ( Dilşan Koçer, Zelûh Hesen).
Jêder navên kesên ku hatine revandin jî şkire kiribû ku navên wan evin " Mihemed Bermece, Murad Bermece, Laleş Bermece, Xelîl Mihemed Bermece, Nebî Mihemed Murad, Xelîl Xelîl Murad, Elî Hec Qadir Xelîl, Şerefedîn Elûş Şêxo, Mihemed Hesen Mihemed. Xorşîd Mihemed".
Pêr jî çekdaran xortekî Efrînî yê bi navê Mihemed Henîf Husên ê ji gundê Bilîlko piştî revandina 10 rojan, di bin eşkenceya hovane de kuştibû.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca Tirkiyê û grûpên çekdar binpêkirinên mirovî û girtin û revandina welatiyan ew e, Kurdên Efrînê dest ji xaka xwe berdin û bi neçarî koçber û derbider bibin û pilana xwe yê guhartina demigrafiya Herêmê pêk were.

PUKmedia


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket