Ev 6 salin Şêrko Bêkes ji nav me bakirî

kurdistani 07:39 PM - 2019-08-04
Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes sembola helbestvaniya neteweyî ye

Helbastvanê mezin yê Gelê Kurd Şêrko Bêkes di nroja 4-8-2013`an de,  ji nav me bar kir.

Şêrko Bêkes , helbestvanekî bi tiwane û bihêz bû, lawê helbestvanê mezin yê Kurd Fayeq Bêkes bû,di sala 1940 li bajarê Silêmaniyê jidayîkbûye û welatê Swêd di 4-8-2013`an de, ji ber nexweşiya  şîrpênceyê, jiyana xwe ji dest da.
Her weha li sala 1986`an de, Êraq berda û berê xwe sda welatê Swêdê û li salên 1987-1992`an, careke din ber bi Êraq û Herêma Kurdistanê birêket.
Şêrko Bêkes bi yek ji helbestvanên Kurd yên hemdemî dihete nirxandin û xwediyê çiqas namîlke û dîwanên helbesta ye û helbestên wî jî bi çiqas zimanên cîhanî hatine wergerandin.

Roja vegerîna termê nemir Şêrko Bêkes bo Silêmaniyê

Bi amadebûna nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê termê Şêrko Bêkes gihîşte balafirxaneya Arlandî.
Roja 9/8/2013`an bi amadebûna nûnerê Hikûmeta Herêma kurdistanê û balyozê Êraqê li welatê Siwêdê di rêûresmeke taybet de termê helbestvanê mezin yê Kurd Şêrko Bêkes anîne balafirxaneya Arlandî.
Di wê bare de pismamê helbesvanê kurd û serpereştiyarê time tendirustiya Bêkes, Dr. Berzan Bêkes ji PUKmedia`yê re ragihand: Di rêûresmeke taybet de bi amadebûna nûnerê hikûmeta Herêmê û balyozê Êraqê li Siwêdê û kesûkar û malbatê û dostan termê Şêrko Bêkes gîhandina balafirxaneya Arland li Stokholmê.
Got jî: heya du rojan term li balafirxaneyê dimîne û roja duşemê 11/8 bo balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê vet ê rêkirin.
Berzan ragihand ku roja duşemê 12/8/2013`an bi merasîmeke taybet termê helbesvan dighîje bajarê Silêmaniyê û dispêrin axê.

"Eger azadî bavêjin der .. Sala min dimire.. Û.. Ez bi xwe jî dimirim" Şêrko Bêkes

"Eger ji nav şîîrên min
Gul bavêjin der
Ji çar werzan
Werzekî min dimire.
Eger yar bavejin der
Dudu dimirin.
Eger nan bavêjin der
Sisê dimirin.
Eger azadî bavêjin der
Sala min dimire
Û
Ez bi xwe jî dimirim"….. Şêrko Bêkes

Kurtejiyana helbestvanê mezin yê Kurd Şêrko bêkes

Di 2ê gulana 1940î de li Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê helbestvanê navdar Faiq Ebdilla Bêkes bûye. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye. Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di heftenameya bi navê Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Li Bexdayê zanîngeh jî qedandiye û kitêba xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968an de çap kiriye. Di sala 1969an de pirtûka wî ya duyem jî derxistiye. Bêkes di sala 1995an, di hevpeyveke ligel nivîskar Mehmed Uzun de got ku, ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin.
Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û eynî demê de jî di radyoya bi navê Dengê Şoreşê de xebitî.
Di serê sala 1970î de di nava tevgera "Ruwange" de cîh digire. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyek nû vedike û helbesta nûjen derdekive holê. Bi vê tevgerê di her hêlê de bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî çend nivîskar û helbestvanên kurd kovareke bi navê Rwanya derxistin.
Di sala 1971ê de wî şanogeriya kurdî Kaway Asinger, paşê di 1973an de jî dîwaneke nû ya bi navê Min tînuyetîm be gir eşkê nivîsandin. Dû re di 1976an de pirtûka wî Askîm[çavkanî pêwîst e] û di 1978an de jî dîwana kurteşiîran a bi navê Kazîwe derketin.
Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an car din vegeriya bajêr[çavkanî pêwîst e]. Lê vê carî jî hikûmeta Îraqê, Bêkes ji bo çar salan şand sirgunê.
Helbestvan Şêrko Bêkes di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû û 1986an de wek penaber çû Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî.
Di sala 1986an de dîwana wî ya çîrokşiîran Rûbar derket. Di 1987an de PENa Swêdî xelata Tucholsky dayê.
Di 1991ê de li başûrê Kurdistanê wek wekîl dikeve parlamentê û sal nîvekî wezîriya kulturî kir. Bêkes li Silêmaniyê dijiya û serokiya navenda kulturî ya bi navê Sardam (anku, Serdem) dikir.
Şêrko Bêkes di 4ê tebaxa 2013an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Berhemên wî
Şêrko Bêkes helbestên xwe bi zaravayê soranî dinivîsandin. Ji ber vê yekê her çiqas ew bi kesaniyeta xwe were naskirin jî helbestên wî li bakur zêde nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li hatine wergerandin bo kurmancî.
Heya niha 20 kitebên wî yên helbestan hatine çapkirinê. Kitêbên wî bi gellek zimanan -yewnanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî, swêdî- hatine wergerandin.
Bi soranî
Tirîfey hellbest (1968), dîwana helbestan, Îraq.
Kawey Asinger (1971), dastaneke helbestî ya ser şanoyê, Îran.
Dall (1989), çîrokeşiîr, Swêd.
Derbendî pepûle (1991), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, I (1990), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, II (1992), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, III (1995), Swêd.
Mêrgî zam, mêgî hetaw (1996), Swêd.
Xaç u mar u rojjimêrî şaîrê (1997), romaneşiîr, Swêd.
Bonname (1998), helbest, Kurdistan.
Çirakanî ser Helemût (1999), helbest, Kurdistan.
Piyawî la darsew (2001), helbest, Kurdistan.
Qesîdey rengdan (2001), helbest, Kurdistan.
Ezmûn 1985-2000 (2001), Kurdistan.
Jîn u baran (2001), helbest, Kurdistan.
Xom ew wextey balindem! (2002), helbest, Kurdistan.
Kukuxîtiya bizêweke (2003), helbest, Kurdistan.
Espêk le perrey kolane[1].
Helbestên bijartî yên Şêrko Bêkes (Mil, Pilûrey x Zayelle : "Çwar biray qurbanî leyek mallî Kerkûkda!", Adan û hwd) di salên 2010-2011an de li kovara Rexney Çawdêr jî derketin.
Wergerên bo kurmancî
Gulbijêrek ji helbestên Şêrko Bêkes (1991).
    Ji nav şiîrên min (1995/2001). Wergêr: Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb. Avesta. Helbestên bijartî ji dîwana Şêrko Bêkes in.
    Dev ji min berde ez dixwazim biçim (2007). Belki.
    Hemû helbest (2012). Wergêr: Sîrwan Rehîm û Muhsî Ozdemîr. Ronahî, Amed. Bêkes piştî têkçûna rewşa tendirustiya wî di roja 17`yî nîsanê ya îsal de jib o çareseriyê ji Silêmaniyê gihîşte Stokholmê paytexta Siwêdê. Lê mixabin roja 4/8/2013`an û piştî sê meh bi hevrikiya li gel nexweşiyê li nexweşxaneyekî welatê Siwêdê koça dawî kir.
Şêrko Bêkes piştîvaneke mezin ji Rojavayê Kurdistanê re bû
Di serdana min ba nemir Şêrko Bêkes de, ji bo helbesta ku ji salvegera raperîna 12`ê Adara 2004`an re pêşkêş kiribû, min spasiya wî kir, lê wî bersiva min da û got: Kakê Efrînî min tiştek ji bo Rojavayê Kurdistanê nekiriye û pêwîste em di hemû nivîs û civîn û karên xwe de, derbarê piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê de tevbigerin.
Bêkes dida aşkire kirin ku yek ji erkên me yê rewşenbîran ew e ku em bikaribin bi awayekî rastewxwe û cedî li ser geşepêdana ecamên raperîna 12`ê Aadra 2004`an rawestin û em destek bidin bi gelê me yê Rojavayê Kurdistanê taku bi wê rihî di tekoşîna xwe ya rewa de berdewam bike.
Di hemû semînar û xwepêşandanên ji bo Rojavayê Kurdistanê de, beşdar dibû, axiftin û helbestên xwe digotin, rêjîma Sûrî riswa dikir û pir bi awayekî çalak di nava çalakvanên Rojavayê Kurdistanê de hebûna xwe diseliman.
Şêrko Bêke yê mezin û Kurdperwer, ji nav me bar nekir, ew di dilê me de her bi zindî dimîne.
Canê wî yê pak ji nav me bi fêzîkî bar kir, lê canê wî yê helbestvanî, zihnî, zanistî, rewûenbîrî û welatperwerî di hizir û mêjkê me de dimîne û ew weke helbestvanekî mezin û hemdemî yê gelê Kurd bûye xwediyê mora li ser rûpela dîrokê.
Şêrko Bêke yê mezin û Kurdperwer, ji nav me bar nekir, ew di dilê me de her bi zindî dimîne.
Canê wî yê pak ji nav me bi fêzîkî bar kir, lê canê wî yê helbestvanî, zihnî, zanistî, rewûenbîrî û welatperwerî di hizir û mêjkê me de dimîne û ew weke helbestvanekî mezin û hemdemî yê gelê Kurd bûye xwediyê mora li ser rûpela dîrokê.
Hezar silav li canpakiya te ey helbestvanê Kurdistanî...
Hozan Efrînî..
4-8-2013
Wê Şêrko Bêkes her tim di dile gelê Kurd de bijî
NAVENDA NÛÇEYAN- Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî niviskî dilovaniya helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes bibîranîn û ji gelê Kurd sersaxî xwest. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku “Dilê Şêrko Bêkes ji bo tevahî, Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê diavêt. Ji ber wê jî wîbi helwest û helbestên xwe bû helbestvanê mirovahiyê.”

Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî niviskî dilovaniya helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes bibîranîn û ji gelê Kurd sersaxî xwest.  Di daxuyaniye de hate zanîn Şêrko Bêkes helbestvanê Gelê Kurd e û wiha hate gotin  “Gelê Kurd di dîroka têkoşîna xwe ya azadiyê de, gelek rewşenbîrên giranbuha afirandine. Yek ji van rewşenbîrên giranbuha helbesvanê netewî Şêrko Bêkes e. Dilê Şêrko Bêkes ji bo tevahî, Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê diavêt. Ji ber wê jî wîbi helwest û helbestên xwe bû helbestvanê mirovahiyê. Ji ber ku ewqas bi civakê ve girêdayî bû, yekser bi hemûêş, xemgînîû kêfxweşiyên wan dihesiya. Bêguman van hestên xwe hem biriya helbestên xwe hem jî biriyên axaftinên dikirin, dianî ziman. Bitaybetî li ku dera Kurdistanê buyerek biqewmiya, bêhelwest nedima. Bigiranî jî helwestên xwe biriya helbestan dida der. Ji ber vê jî Şêrko Bêkes ji aliyê tevahî gelê Kurd ve dihate hezkirin.”

SZK-Rojava diyar kir ku wê Bêkes her dem di dilê gelê Kurd bijî “Bêguman wefata Şêrko Bêkes di me de xemgînî da çêkirin. Lê belêhelbestvanê netewî Şêko Bêkes dê bi helbestên xwe her tim di dilê gelê Kurd de bijî. Emê weke Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, bi serxistina Şoreşa Ziman li Rojavayê Kurdistanê re helbestvanê netewî Şêrko Bêkes bişopînin.”

Dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew sersaxî ji malbata wî û tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Şêrgo Bêkes pakrewanê çanda Kurdî...

Ma ne zûbû bê xatir
Te biryara koçkirinax we
li me werkir û tu bûyî
Mêvanê cîhanên kurdan
Yên ne dyar

Şêrkoyê Bêkes!

Ma ne zû bû te jiyana xwe
Ji nasnameya gerdûna me kişand û
Tu bûyê "Neşteciyê"asoyên "Helbesta kurdî"
ma ne tu bûyî neşteciyê dil û ramanên me?
Çi rondik di Karin kela şewata hinavan
arambike?
Çend peyv di Karin dastana evîniya te
Şirove bikin?
Gelo kî helbestvan dikare
zîmarû şîna barkirina te birêse
li gor buhayê te, li gordanate ya bê dawî?
Gelê kurd, bi çi awayîdikare
Wa me û deynê tevegerîne!
Pênûs, çawa wê ximavê axoşe û
peyv û wateyan wê çawa piştîte
bikirasû xiftan bike?
Gelo, pênûs wê çawa helbesta
li serteşî û tevneya xwe birêse?
Şêrgoyê Bêkes!
Raste koçkirina te ya bê agahî
Barkirina te ya bê xatirxwazî
bi dijwarî em êşandin, lê
tu yê bimênî mêvanêraman û dilê kurdan û
tuyê bimînî rêbazê helbesta kurdî ya nûjen.
Nivîskara Kurd: Narîn Omer
Ji helbestên nemir Şêrko Bêkes bi Kurmancî:
Şêrko Bêkes: Jimartin
Eger karibî
guliyên vî baxî
yek bi yek bijmêrî!
Eger karibî
hemû masiyên gir û hûr
yên nava çemê pêşberî xwe
bijmêrî!
Eger karibî
dema koçberiya teyran
yên ber bi jêr û ber bi jor ve
yên ber bi jor û ber bi jêr ve
yek bi yek bijmêrî
wê demê ez jî soz didim
heçî qurbanên
vê axa şîrîn ya Kurdistan
yek bi yek bo te dijmêrim.
Şêrko Bêkes: 'Ezê bibim ew cote pêlav' ên Şîrîn 'pê çû sêdarê'

Şêrgo Bêkes bi helbesta xwe sînorê Kurdistanê rakiribûn. Li kû derê êş û azarên Kurdan hebûna dengê Şêrgo Bêkes ji wir bilind dibû. Dema rejîma Îranê di 9'ê Gulan a 2010'an de şoreşger û rewşenbîrên Kurd Ferzad Kamanger,  Alî Hayderiyan, Fehat Wakîlî, Şîrîn Elamhulî, Mêhdî Eslamian hatin îdam kirin Şêrgo Bêges hestên xwe bi helbesta 'Ji bo Şîrîn Elemhulî' dianîn ziman:

Ji bo Şîrîn Elemhulî
- Şêrko Bêkes-

Ji serê sibehê ve
Kolana herî mezin a Sineyê
Bû Ferzad Kemanger
Ji serê vê sibehê ve
Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû Şîrîn Elemhulî

Di zeraqa serê vê sibehê de
Hemû ew zarokên ji dayik bûne
Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!
Ji îro û pêve
Di yekemîn ronahiya serê sibehê de
Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de:
Elî Heyderiyan
Bû bi Taq Bostana Kirmaşan:
De fermo Sineyê lisêdarê bidin!
Serê Mehabadê bibirin...
De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!
De fermo
Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û
Nehêlin zevî bijîn!

Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me
Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim
Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî
Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me
Ji niha û pêde
Ez neynûka tiliya wê me
Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên
Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û
Ji niha û pêde, ez ew bazinê bi cîmayî yê destê
Şîrîna Elemhulî me
Komara Îslamî ya sêdaran
Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û
Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,
Av û gul û kaniyan
Ya ku
Koma Îslamî ya sêdaran
Nikare bi tu awayî li sêdarê bide
Ayinde û azadî ye...

Helebçe

Çardehê mehê bû
Bayê pênûsa min firand li Goyje yê
Dema ku min ew dît û dest bi nivîsê kir
Pêl bi pêl firiyan peyvên min

Panzdehê mehê bû
Sîrwan pênûsa min girt û çû
Dema ku min ew girt û dest bi nivîsê kir
Bûn masî helbestên min

Şanzdehê mehê bû
Axx! şanzdehê mehê
Şarezûr pênûsa min girt
Dema ku li min vegerand
Min xwest binivisînim
Tiliyên min wek Helebçe hişk û ziha bûn


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket