Nirxê petrolê bi rêjeya % 3 bilind bû

kurdistani 11:57 AM - 2019-08-03
Nirxê petrolê bi rêjeya % 3 bilind bû

Nirxê petrolê bi rêjeya % 3 bilind bû

Piştî daketineke mezin di çend rojên bihorî de, îro nirxê petrolê careke din bilind bû.

 Îro 3/8/2019`an,nirxê petrolê bi rêjeya ji sedî 3 bilind bû, piştî ku tenê di rojekê de ji ber gefên Amerîkayê yên sepandina baca zêdetir li ser kelûpelên Çînî mezintirîn daketin tomar kiribû.
Nirxê petrola Brênt bi qasî dolarek û 89 sêntan bilind bû û bi 61 dolar û 89 sêntan kirîn û firotin pê hat kirin.
Herwiha nirxê petrola xav a Têksasê piştî ku di roja pênşemê de mezintrîn daketin bi rêjeya ji sedî 8 tomar kiribû, îro cardin nirxê wê bi rêjeya 3.17% zêde bû û her bermîlek bi 55 dolar û 66 sêntan hat firotin.
Ragihandina sepandina pênaseya gumrikî ji aliyê Amerîkayê ve li ser Çînê di destpêka mehan 9 de destpê bike, ev yek jî şerê bazirganî di navbera wan herdu welatan de aboriya cîhanê sist dike û metirsiya kêmbûna ser petrolê dirust dike.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket