Li Efrînê 10 welatiyên Kurd hatin revandin

kurdistani 12:17 PM - 2019-07-13
Li Efrînê 10 welatiyên Kurd hatin revandin

Li Efrînê 10 welatiyên Kurd hatin revandin

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê zulm û zordariya xwe bê navber didomînin,ku vdi navbera  du rojên dawî de çeteyan 10 welatiyên sivîl revandina û bi ciheke ne diyar ve birine.

 Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê her roj bi ser malên welatiyan de digirin û ketûber welatiyan direvînin,li gorî agahiyên berdest ên ji herêmê hatine wergirtin, duh û pêr li navçeyên Şera, Mabeta û Cindirêsê çeteyan bi ser malan de girtin û 10 welatî revandin.

 Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku ji gundê Mamila  çeteyan welatiyên bi navên: " Cemîl Rifat Cafer, Xelîl Simahîl Hakîm û Zehnî Îbrahim Zehinî" ,ji navçeya Mabeta li gundê Mîrkan" Mistefa Hisên Yasîn û Tahîr Abdu Nasan" , Cindirêsê li gundê Remadîyê "Kemal Salha Reşîd û Nûrî Reşîd",her weha li gundê Dîkmetaşê 3 welatî revandin ku nave wan" Hanîf Fehmî Arif, Ciwan Welîd Horo û Mistefa Îbrahim Îbrahim".

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket