Kabîna 9 a hikûmeta Herêma Kurdistanê

kurdistani 07:37 PM - 2019-07-10
Kabîna 9 a hikûmeta Herêma Kurdistanê

Kabîna 9 a hikûmeta Herêma Kurdistanê

Çarşemê wê rûniştina parleman ji bo metmane dayîna bi hikûmetê ye.

Biryare ku roja çarşemê 10-7-2019`an, li bajarê Hewlêrê parlemana Kurdistanê derbarê metmane dan bi hikûmeta nû ya ku Mesror Barzanî pê radibe deng bidin.

Di wê barê de, endamê parlemana Kurdistanê li ser lîsteya YNKê Balambo Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand; Li ser banghêşta serokatiya Parlemana Kurdistanê bo mebesta mitmanedan bi hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, wê ssibê roja çarşemê parlemana Kurdistanê lihev bicive.

Mihemed aşkire kir ku serokê hikûmetê ê nû ku erkdare û cîgirî serokê hikûmet Qubad Talabanî û hemû namzetên wezaretên Hikûmeta nû a Herêma Kurdistanê amde dibin.

Parlamentoya Kurdistanê baweriyê dide Hikûmeta nûh

Îro 10-7-2019`an,biryare ku Parlemana Kurdistanê bicive û baweriyê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ,dê sûnda yasayê were xwarin.

Şêwirmendê Ragihandina Parlemana Kurdistanê Tarêq Cewher di daxuyaniyake taybet de ragihand ku Parlemantera Kurdistanê dicive û baweriyê dide namzetên postên wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Her weha Mesrûrû Barzanî navên namzetan bi vê rengî xwerê şandiye ji Parlemanê re:

1- Mesrûr Mistefa Barzanî: Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
2- Qubad Talebanî: Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
3- Ferset Ehmed Ebdula: Wezîrê Dadê.
4- Şoreş Îsmaîl Ebdula: Wezîrê Karûbarê Pêşmerge.
5- Rêber Ehmed Xalid: Wezîrê Navxweyî.
6- Awat Cenab Nûrî Salih Mihemed: Wezîrê Darayî û Aborî.
7- Saman Husên Mihemed Berzencî: Wezîrê Tenduristî.
8- Alan Heme Seîd Salih Mihemed: Wezîrê Perwerde.
9- Dana Ebdulkerîm Heme Salih Ebdulrehman: Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê.
10- Sasan Osman Ewnî Hebîb: Wezîrê Şarewanî û Geştûguzariyê.
11- Aram Mihemed Qadir Emîn: Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.
12- Dara Reşîd Mehmûd: Wezîrê Plandanan.
13- Kiwîstan Mihemed Ebdula Merûf: Wezîrê Karûbarên Civakî.
14- Mihemed Seîd Elî: Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan.
15- Ebdula Mehmûd Mihemed San Ehmed: Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan.
16- Bêgerd Dilşad Şukrela: Wezîrê Keştûkal û Jêderên Avê.
17- Kemal Muslim Seîd Qerenî: Wezîrê Barzirganî û Pîşesazî.
18- Ano Cewher Ebdilmesîh Ebdoka: Wezîrê Veguhastin û Gihandinê.
19- Piştîwan Sadiq Ebdula: Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî.
20- Kemal Mihemed Salih Xelîl: Wezîrê Elektirîkê.
21- Xalid Selam Seîd: Wezîrê Herêmê.
22- Aydin Marûf Selîm: Wezîrê Herêmê.
23- Vala Ferîd Îbrahîm: Wezîrê Herêmê.

Parlamana Herêmê bawerî da Qubad Talebanî

Parlemana Kurdistanê îro mitmaneya xwe da bi Qubad Talebanî.

Îro roja çarşemê 10-7-2019`an, parlemana Kurdistanê mitmaneya posta Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê da bi namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêzdar Qubad Talebanî.

Piştî ku parlemana Kurdistanê mitmaneya xwe bi piraniya endamên xwe da bi rêzdar Qubad Talebanî, Qubad Talebanî sonda yasayî a cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwer.

Mesrûr Barzanî û endamên kabîneya nû sûnd xwarin

Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê Mesror Barzanî û endamên kabîneya wî sûnd xwarin.

Îro piştî ku parlementoya Kurdistanê bawerî da serokwezîran Mesrûr Barzanî û endamên kabîneya nû, Serokwezîrê nû Mesrûr Barzanî û endamên kabîneya wî sûnd xwarin.

Bi vî rengî kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê piştî gîrobûnek mezin dest bi kar bû.

Hûn diakrin li vir bibînin..

Barzanî; Hikûmet bi çendîn milyar dolaran dêndar e

Serokê hikûmeta nû ya Herêma Kurdfistanê Mesror Barzanî karnameya hikûmeta xwe aşkire kir.

Îro roja çarşemê 10-7-2019`an, li bajarê Hewlêrê di hola parlemana Kurdistanê de, Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesror piştî sondxwerina yasayî karnameya hikûmeta xwe ya 4 salên dahato xwend û tê de wiha got; Herêma Kurdistanê bi çndîn milyar dolaran dêndar e û rûbirûyî aloziyeke aaborî pir dijwar dibe.

Li piştî ku kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê serê vê sibê roja çarşemê 10-2019`an, sonda destpêkirina kar xwend ku mitmane da bi serokê nû yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesror Barzanî, Barzanî karnameya 4 saliya hikûmneta Herêma a dahato pêşkêş kir.

Her weha di heman demê de, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê ku îro dest bi kar kiriye Mesror Barzanî ragihand; Yek ji karên hikûmeta nû ew e ku wê bi yekcarî rê nede bi gendaliyê û wê lihemberî gendalî asteng be û wê rê li bazirganiya berpirsan bigre.

Di dirêjahiya axivtina xwe de dazanîn ku ewê sindoqên cuda cuda ji bo xanenişînan û pereyên neftê dadimezrînin û kerta perwerdeyê bihêz dikin û sîstema Rîsayîklînê jî dademezrînin û ew diyardeya belavbûna çekan jî kontirol dikin.

Serokkomar pîrozbahî li serok û cîgirê serokê hikûmetê kir

Serokkomarê Êraqê pîrozbahiyên xwe ên gerim arasteya serok û cîgirê serokê herêma Kurdistanê kir.

Bi bomneya wergirtina baweriya parlemana Kurdistanê, serokê kebîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê a 9`mîn û cîgirê wî sonda yasayî xwerin û êdî dest bi kar û barên xwe dikin, ji ber wê jî serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih peyameke pîrozbahiyê arasteya her du rêzdaran Mesror Barzanî û Qubad Taleban kir.

Serokkomar Dr. Berhem Salih di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, kui bi riya telefonê peywendîkiribû germtirîn pîrozbahiyên xwe li serokê hikûmeta Herêma Kurdistasnê Mesror Barzanî û cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kir.

Her weha di heman demê de, pîrozbahiya xwe li tevahiya endamên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek bi yek kir û serkevtin di erkên wan de xwest.


Birûskeyên pîrozbahiyê bo Qubad Talebanî


Piştî ku Parlemana Kurdistanê îro mitmaneya xwe da bi Qubad Talebanî ji aliyê berpirsên Êraqî û navneteweyî ve hat pîroz kirin.

Piştî ku parlemana Kurdistanê mitmaneya xwe bi piraniya endamên xwe da bi rêzdar Qubad Talebanî, Qubad Talebanî sonda yasayî a cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwer.

Îro roja çarşemê 10-7-2019`an, parlemana Kurdistanê mitmaneya posta Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê da bi namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêzdar Qubad Talebanî. Ji ber wê yekê jî, hejmareke berpirsên Kurdistanî, Êraqî û navneteweyî bi riya peyam û birûskeyên taybet posta cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdsitanê pîroz kirin.

Ew rêzdarên ku peyamên pîrozbahiyê arasteya cîgirê serokê hikûmeta Herêmas Kurdistanê Qubad Talebanî kirine ev in;

Dr. Berhem Salih

Di serî de serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih peyameke pîrozbahiyê arasteya rêzdar Qubad Talebanî kir û tê de serkevtin û serfirazî jê re xwest ku di hemû erkên xwe de her serkevtî û serfiraz be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya Qubad Talebanî û serkevtin û serfirazî ji kar û xebatên wî re xwest.

Omer Seyid Elî

Her weha rêxerê giştî yê Tevgera Goranê Omerê Seyid Elî jî bi bomneya wergirtina posta cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî birûskeyek arasteyê kir û tê de serkevtin ji kar û xebatên wî re xwest.

Dr. Mihemed Helbosî

Her weha serokê Parlemana Êraqê Dr. Mihemed Helbosî jî peyameke taybet bi boneya wergirtina postê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir.


Dr.Rêwaz Fayîq bo seroka Parlemanê hate hilbijartin


Bo yekemîn car li Êraqê û Kurdistanê jinek bo bi seroka Parlemanê ,Rêwaz Fayîq ku pişkî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye bi 72 denh parlementaran bo bi serka Parlemana Kurdistanê .

Her weha îro Pêncşemê 11-7-2019`an, Parlemana Kurdistanê bi dengdanê bawerî da namzetê Yekîtiya Niştimanî ya Kuridstanê Rêwaz Fayîq ku gihîşte posta serokatiya Parlemana Kurdistanê,desnîşan hat kirin ku ev yekem cara ku li Êraql jinek dibe serok Parleman.

Hêjay gotinêye ku Rêwas Fayîq sala 1977 li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwedan dîplomaya doktorayê ye di hiqûqê de. Endama serkirdetiya YNKê ye jî.

Seroka Parlemana Kurdistanê desr bi xebat dike

Di dema ku namzetê Yekîtiya Niştinamî ya Kuridstanê Rêwaz Fayîq di posta serokê Parlemanê de dest bi erk û xebatê dike de,îro Pêncşemê 11-7-2019`an,Parlemana Kurdistanê rûniştina xwe yê 14 lidardixe.

Li gor agahiyên bi dest PUKmedia`yê de derbarê karnameya civînê de dibêje ku Parlemana Kurdistanê dê di demjimêra 11 sibehê de civîn tê lidarxistin û nûner dê sûnd bixwin da ku dest bi erk bikin ,her weha Rêwaz Fayîq jî dê wek seroka Parlemana Kurdistanê dest bi xebat bike .
Jêdereke Parlamanî ji PUKmedia`yê re ragihandibû ku di rûniştinê de xwendina yekemîn li ser pêşniyarê ku roja 3 tebaxê wek roja komkujiya Êzdiyan were nîşankirin bikin.

Peymaên pîrozbahiyê ji bo seroka Parlemana Kurdistanê..

Peyamên pîrozbahiyê ji seroka Parlemana Kurdisdtanê Rêwaz Fayiq re ...

Ew Peyamên pîrozbahiyê ku ji bo Seroka Parlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayiq hatine em naveroka wan peyaman li gel navên wan rêzdaran diweşênin:

Serokkomar pîrozbahiya Rêwaz Fayîq kir

Serokkomarê Êraqê Dr.Berhem Salih bi Riya telefonê pîrozbahî li Rêwaz Fayîq kir, bi boneya hilbijartina wê ji serokatiya Parlemanê re  û hêviya pêşketina demokrasî jê re kir.

Ji aliyeke din ve serokkomar li ser piştivaniya xwe ji Rêwaz re tekez kir ku dê herdem di mijarên di navbera Parlemana Kurdistanê û Encûmana Nûnerên Êraqê de jêre piştîvan be û hêvî kir ku li ser qanûnên di navbera Herêmê û Bexdadê de bixebite.

Her weha Dr.Rêwaz Fayîq jî spasiya serokkomar ji spasî û piştgiriya wî kir ku dê bi hemû tiwaneyê xwe li ser projeyasayên ku Herêmê bi pêş dixe kar bike û welêt bi pêşxe bi xizmeta welatiyan

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Rêwaz Fayiq kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyên xwe arasteya serokê parlemana Kurdistanê ya nû Dr. Rêwaz Fayiq kir.

Di peyamê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî germtirîn pîrozbahiyên xwe li seroka Parlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayiq kir û serkevtin û serfirazî di kar û xebatên wê de xwest.

Mesror Barzanî pîrozbahî li Rêwaz Fayiq kir

Ji ber wergirtina posta serokê parlemana Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesror Barzanî pîrozbahî li serokê parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayiq kir û serkevtin û serfirazî di kar û xebatên xwe ên parlemeterî de xwest..

Omer Seyid Elî jî pîroz kir

Rêxerê giştî yê Tevgera Goranê Omerê Seyid Elî jî bi boneya wergirtina posta seroka parlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayiq pîroz kir. Her weha di heman demê de, seroka parlemanaê jî bersiv da û dest xweşî û spasiya Omerê Seyid Elî kir.
   

Kosret Resûl ji hikûmetê xwest xizmeta gel bike

Kosret Resûl Elî di peyameke pîrozbahiyê de, ji hikûmeta herêmê xwest xizmeta gel bike.

Cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi boneya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteya tevahiya xelkê Kurd û Kurdsitanê kir û pîrozbahî li cemewar, malbatên şehîdan, pêşmergeyên leheng û kadro û alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kir.

Di wê peyama pîrozbahiyê de, cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê heval Kosret Resûl Elî dazanîn ku bi vîna hemû em bikaribin ku astangan û rêgiriya derbasbikin û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tîmeke nû û serdem pêkbînin.

Di dawiya wê peyamê de, Kosret Resûl pîrozbahî li tevahiya endam û wezîr û serokê hikpûmet û cîgirê serokê hikûmet kir û daxwaz kir ku bibin hikûmeta xizmetkirina gel û bi hemû hêza xwe kar bikin tako aramî û aştî bê kirin û pêşketin û geşekirin li Herêma Kurdistanê bê pêşxistin û hem li hundir û hem li dervayî Herêma Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket