Efrîn: Grûpên çekdar 150 welatî girtin

kurdistani 09:44 AM - 2019-07-02
Efrîn: Girûpên çekdar 150 welatî girtin

Efrîn: Girûpên çekdar 150 welatî girtin

Li gor ragihandina çavkaniyên ji Herêma Efrînê ku roja şemiyê, 29ê Hezîranê, grûpên çekdar avêtin ser malên welatiyên bajarokê Mabata û bi dehan ji sivîlan girtin.

Her weha Çavkaniyan diyar kirin ku di nav girtiyan de, zarokekî 9 salî ku kurê Elî Çûçik e û kalemêrekî temen 89 salî bi navê Mihemed Cafer Elî hene,destnîşan kirin ku Mabeta û gundên derdora wê li jêr kontrola çekdarên El -Cebhe el Şamiyê . Ji roja şemiyê ve, çekdarên el Cebhe el Şamiye û polîsên sivîl û çekdarên navenda Asayişê li Mabeta û Qenterê û Mîrkanê dest bi girtinê kiribûn.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, Çekdaran, bi şêweyekî hovane derî û pençereyên malan şikandine û pere ji nav malan dizîne û binpêkirin li dijî hurmeta malan û heta mizgefta gundê Mêrkan kirine,aşkire kirin ku bêhtirç 150` kes hatine girtin lê piştre hejmarek ji wan berdan lê heta niha derdora 70 kesan girtî ne.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket