Gelo çire te bi telefonekê dagîrkirina Efrînê ranewesatnd?

kurdistani 05:56 PM - 2019-07-01
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Di nûçeyeke Demgê Amerîka ya Kurmancî de wiha hatiye weşandin ku Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Erdogan û Kurdan çi got?

Serokê Amerîka di preskonferasnekê de li Japonya got:
" Serokê Tirkiyê Erdogan kesekî tunde, lê ez dikarim serederiyê li gel wî bikim, dibe ku ev tiştekî xerab be, lê ez weha dibînim ku tiştekî pir başe jî.
Ji ber ku ya rastî be, wî pirsgirêkên gelek mezin li gel Kurdan hene û her kes vê dizane.
Wî 65 hezar leşkerên xwe li ser sinor amade kir bûn, bi armanca jinav birina Kurdan. Ew Kurdên bi hevkarî me xîlafeta DAIŞî nehiştî, Me bi hevre 100% Xîlafeta DAIŞê jinav bir.
Min telefona wî kir û mi daxwaz jê kir ku tiştekî weha neke, weha dibînim ku ew(Kurd) dojminê kevin yê wî yan yên Tirkiyê ne. Wî êrîş nekir, wan xwe amade kir bû, bo jinav birina wî xelkî yên ku di demek nû de me bi hevre xîlafeta DAIŞê jinavbirbû.
Min jî got, Tu nikarî tiştekî weha bikî û nabît weha bikî! Wî jî nekir!"


Bersiva min jî li hemberî nêrînên serokê Amerîkasyê ev bûn;

Gelo Efrîn Ne kurdin?

Çira rêzdar Trump bêdeng bû ku Erdoxan dagîr bike û hemû pîsiyên cîhanê li Efrînê kom bike.?

Gelo cenabê te agahdare an na?

Ez baser I’m ku hûn baş dizanin ku hejmar kurd li Efrîn ê yek milyon derbas dikr û Efrîn ji hemû cih û navçeyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê aramtir û hêmintir bû.

Lê mixabin we. Bi hemehengiya li gel Îsraîl û Rûsiya û Brîtanyayê ew. Bêdengî hilbijart û we ji ber berjewendiyên neteweya xwe berjewendiyê gelê kurd û Kurdistanê xist metirsiyê hem li Kerkûk û hem li Efrînê.

Gelo. Niha hûn li ser ew binpêkirina li Efrînê çi dibêjin?

Welatiyekî Efrînî ji serok Donald Trump dipirse Gelo eger Petrol li Efrînê hebuye teyê wek rojhilatê Feratê xemxwer neba?

Gelo teyî bihîşta ku Erdoxan û artêş xwe yê piştîvan bi Nato' yê Efrînê dagîr bikey?

Gelo ewqas raport û nivîsên çalakvanên Efrîniyan gihîştin destê aliyên peywendîdar ên we ka çi helwesteke we he ye?

Gelo wê çi demê Serok Trump bi telefonekê Tirkiye ji Efrînê derxîne?


Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket