Firokeyên Tirkiyê 3 kes ji malbatekê şehîdxistin

kurdistani 08:40 AM - 2019-06-28
Firokeyên Tirkiyê 3 kes ji malbatekê şehîdxistin

Firokeyên Tirkiyê 3 kes ji malbatekê şehîdxistin

Di encamê êrişeke firokeyên tirkî 7 kes ji malbatekê bûn qurbanî.

Duh hêvara roja pêncşemê 27-6-2019`an, Firokeyên cengî ên Tirkiyê li binarê Qendîlê li navçeya Pişderê karwaneke otombîlên sivî kir bi armanca bombebaranê.

Li gorî belavokeke malbenda 24 ê Raperînê ku wêneyek gihîştiye PUKmedia`yê tê de amaje bi şehîdkirina 3 welatiyên kurd ên sivîl û birîndarbûna 5 kesan ji yek malbatê yên ji gundê Nişînê dike.

Di heman belavokê de, malbenda YNKê 24 ê Raperînê wê reftarê dewleta Tirkiyê yê dijmantiyê bi tundî şermezar dike û ji civaka navneteweyî û Neteweya Yekbûyî daxwaza şikandina bêdengiyê dike ku binpêkirina mafê nîşticihên binara Qendîl û Pişderê nepejirînin.

Her weha malbenda YNKê yê 24 ê serxweşî ji malbata şehîdan re xwest û cansaxî jî ji her 5 birîndarên wê buyerê re xwest.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket