YNKê tekez li ser bi cihkirina rêkevtinên berê kir

kurdistani 04:48 PM - 2019-06-17
Îmad Ehmed û Mesror Barzanî

Îmad Ehmed û Mesror Barzanî

YNKê tekez li ser bi cihkirina rêkevtinên berê kir

Endamê politburoya YNKê Îmad Ehmed îro roja duşemê 17-6-2019`an, di kongireyeke rojnamegerî de, tekez li ser girîngiya bi cihkirina rêkevtinên berê ku di navbera YNK û PDKê de pêkhatin û wajokirine kir.

Di kongireyê de, Îmad Ehmed ku bi hebeşî li gel Mesror Barzanî li dar xistiye ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew her dem tekez li ser bi cihkirina rêkevtinên berê ku di navbera wan û PDKê de hatine wajokirin kir û aşkire kir ku YNKê bi reşkawî daxwaza beşdarbûneke sereke di hikûmeta dahato de dike ku Herêma Kurdistanê bi hevparî bê birêvebirin.

Ji aliyê xwe ve jî, namzetê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesror Barzanî jî di heman kongira rojnamegriyê de ragihand; Civîna me erênî bû, em li benda navên namzetên hikûmeta nû ne.

Hêjayî gotinê ye ku her du şandeyên gotûbêjkirina rewşa pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê yê dahato ev in; Şandeya YNKê jî pêkhatibû ji Îmad Ehmed, Rifet Ebdula û Lahur Şêx Cengî û Letîf Şêx Omer û Ednanê Heme Mîna.

Her weha Şandeya PDKê pêkhatibû ji Mesror Barzanî, Dilşad Şehab, Hêmin Heramî, Umêd Xweşnaw û Firset.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket