Efrîn: Çekdar bi darê zorê Ereban di malên Kurdan de bicih dikin

kurdistani 10:21 AM - 2019-06-16
Efrîn: Çekdar bi darê zorê Ereban di malên Kurdan de bicih dikin

Efrîn: Çekdar bi darê zorê Ereban di malên Kurdan de bicih dikin

 Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ve, piroseya guhartina Demografîk didomînin ku malbatên Efrînî bi zorê ji malên wan derdixin û koçberên Ereb ji şûna wan bicih dikin.

Bi rojane ji xelkên Efrînê tê bihîstin ku girûpên çekdar aciziyan didin wan û zorê li ser wan dikin ku dest ji malên xwe berdin û qedereke pir mezin ji pere ji wan wan dixwezin da ku wan di nav malê wan de bihêlin ,lê qartaq welatç bêzar mane û bîhna wan gelek tang bûye ji ber ku wan difikirî ku di demeke nêzîk de ji zilm û zordariya çeteyan xelas bibin lê diyar bû ku plana ku bi serê Efrîniyan hatiye gelek baş ji aliya gelek dewletên mezin ve  hatiye xwendin heta ku dunya li hemberê kiryarên ku çete bi derheqê Efrîniyan dikin bê dengin.

Di dema dawî de jî ji encama êrîşa artêşa Sûriyê li ser gundewarê Idlibê, bi hezaran koçberan berê xwe dane Efrînê, grûpên çekdar jî wan bi darê zorê di malên Kurdan de bicih dikin. 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket