Li Wanê Panela Folklora Kurdan Hate Lidarxistin

kurdistani 06:54 PM - 2019-06-10
 Li Wanê Panela Folklora Kurdan Hate Lidarxistin

Li Wanê Panela Folklora Kurdan Hate Lidarxistin

Platforma Chalak Eventsê ku di warê wêje û hûnerê de xebatan dimeşîne, li Wanê li ser folklora Kurdan panelek lidar xist.

Panel li salona Konfederasyona Sendîqeyên Kedkarên Civakî (KESK) bi tevlibûna Civaknas/Folklornas Bahoz Baran û Lêkolîner Selam Çinar pêk hat.

Folklornas Bahoz Baran, derbarê folklora Kurdan de axaftinek pêşkeş kir û got ku çanda Kurdan di warê folklorê de gelek dewlemend e.

“Jîyana Kurdan bi temamî folklorîk e. Em dikarin raste rast jîyana Kurdan bi temamî têxin nava folklorê. Piranîya gelên cîhanê berhemên xwe yên folklorîk berhev kirine û ew di arşîvan de tomar kirine. Lê mixabin Kurdan hêj ev kar û barê girîng bicih ne anîne. Pêwîste ev berhemên Kurdan beyî ku hêj bi temamî winda nebûyî werin tomar kirin.” Baran, got

Piştî Baran, lêkolîner Selam Çinar di çarçoveya gotinên Feylezofê Alman Friedrich Nietzsche de derbarê kesayetîya mirovan de pêşkîyek kir.

“Jibo ku em bikarin bi fikirin û bikarin li ser vê dinyayê tiştekê bibêjin an jî hevokekê saz bikin, pêşî divê çandeke me hebe. Di vê çarçoveya ku Nietzche jî dîyar kiriyê de, em dikarin bêjin; çanda Kurdan û Zimanê Kurdî, jibo xwe li cîhanê bide nas kirin têra dike. Lê mixabin em Kurd wekî ku qet zimanê me tuneye tevdigerin û bi zimanên din afirandinên xwe derdixin holê.”

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket