Çeteyeke mezin yê DAÎŞê hate girtin

kurdistani 04:28 PM - 2019-06-07
Çeteyeke mezin ji DAÎŞê hate girtin

Çeteyeke mezin ji DAÎŞê hate girtin

Roja înê 7-6-2019`an Rêveberiya Stixbaratên Leşkerî ragihandin ku çeteyeke mezin yê rêxistina DAÎŞê girtine,ku berê rêxistinê ragihandibûn ku ew çeteya li Diyalî hatibû kuştin.

Di heyama belavokekê de Rêveberiyê ragihand ku di oparesyoneke serkeftî de Rêveberiyê bi hevkariyê ligel hêzên foca yekê û lîwa 19 dikarîn çeteyê DAÎŞê bigirtana ,ku beriya çend salan DAÎŞê ragihandibû ku ew di êrîşekê de hatibûn kuştin lê Hêzan dizanên ku ew ne hatiye kuştin û agahî li ser cihê wê komdikirin heta ku niha li Diyaliyê hate girtin .

Destnîşan hat kirin ku ew çeteya ji malbateke terorîste ku her kesek ji malbatê wê ji aliyî Dadgehê ve tê xwastin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket