Amerîka girtiyên DAIŞê ji Rojava vediguhze bo Êraqê

kurdistani 06:25 PM - 2019-05-29
Wêneyek ji erşîvê

Wêneyek ji erşîvê

Amerîka girtiyên DAIŞê yên ku biyanî ne, ji Rojavayê Kurdistanê vediguhze bo Êraqê.

Di wê barê de, ajansa Reutersê di nûçeyeke xwe de amaje bi wê yekê dike ku ew çekdarên terorîst ên DAIŞê ku xweradestî Hêzên Sûriye Demokratîk kiribûn, bi riya firokeyan ber bi Êraqê ve anîn.

Li gorî wê ajansê ku di nava wan terorîstan de terorîstekî Beljîkî heye bi navê Bilal ElMerşûhî 23 salî ye ku di derheqê wî de sizayê bidarvekirinê di 18-3-2019`an de derketibû.

Di wê barê de, peyvdarê serokwezîrê Beljîkayê tiştek li ser mijara bidarvekirina wî terorîstî negot, lê berpirsekî di konsiluiya wîç welatî de bi xwe amadeyî dadgehkirina wî terorîstî bibû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket