Firansa li dijî biryara bidarvekirina 3`welatiyên xwe li Êraqê ye

kurdistani 12:47 PM - 2019-05-27
Firansa li dijî biryara bidarvekirina 3`welatiyên xwe li Êraqê ye

Firansa li dijî biryara bidarvekirina 3`welatiyên xwe li Êraqê ye

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Derve ya Fransayê daye xuyakirin ku: “Fransa li dijî bidarvekirinê di her demî de û li her cihekê ye” û tekez kiriye, têkildarî mijara bidarvekirina 3 welatiyên Fransî li Êraqê, “Balyozxaneya Fransa ya li Êraqê rêkarên pêwîst pêk tîne, daku vê helwesta xwe ya neguher bigihîne desthilatdarên Iraqê.”

Berpirsekî dadweriyê yê Iraqî ragihand, roja yekşemiyê dadgehekê li Bexda ya paytexta Êraqê, bo cara yekem biryara bidarvekirinê derbarê  3 welatiyên Fransî yên endamê rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) da.Destnîşan hat kirin ku ew sê welatiyên Fransî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk ve li Sûriyê hatibûn girtin û di meha Şibata îsal de li gel 9 welatiyên din ên Fransî bo Êraqê hatibûn veguhastin.

PUKmedia                              

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket