Şêx Omer; YNKê pabende bi rêkevtina ligel PDKê

kurdistani 03:00 PM - 2019-05-14
peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer

peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer

Îro li bajarê Silêmaniyê, civîna politbroya YNKê hat lidarxistin û niha jî bi dawî hat.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê YNKê Letîf Şêx Omer di kongireyeke rojnamegeriyê de ragihand; Politburoya YNKê di vê civîna îro de, bi awayekî pir zelal û aşkire pêşketinên heyî li ser holê gotûbêj û şirove kir.

Her weha peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Şêx Letîf Omer di dirêjahiya axivtinên xwe de, wiha got; Di civîna îro ya politburoyê de, YNKê pabendbûna xwe bi herdu rêkevtinên siyasî ên bi PDKêre dupat kir.

Di dawiya axivtina zxwe de, peyvdarê YNKê aşkire kir ku YNKê temaşeyê avakirina hikûmetê dike û wê çareseriya Kerkûkê ûmijarên bi Bexdadê re jî li ber çav bigrin û wê YNKê di civînên xwe de berdewambe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket