Ebû Araj: Êrîşa Rejîmê li Bakur-Rojavayê Sûrîyê bi Erêkirina Tirkîyê ye

kurdistani 04:06 PM - 2019-05-13
.

.

Artêşa Sûrî bi piştevanîya Rûsya di çend rojên borî de êrîşî herêmên bakur – rojavayê Sûrîyê dike, ku li deverên bakurê Hemayê û başûrê Îdlibê pêş dikeve û hejmarek bajarok û gund kontrol kirine û kanîbû çekdarên opozisyonê û Heyat Tehrîr El-Şam anku Cebhet El- Nusre biqewtîne.

Dor vê pêngava rejîma Sûrî Cîgirê fermandarê giştî yê Ceyş El-Suwar Ahmed Sultan Ebû Araj ji me re axivî.

Ebû Araj got: “Êrîş ji encamên rêkeftina Astana ya di navbera Rûsya û Tirkîyê de ye, loma ev êrîş bi erêkirina Tirkîyê pêk tê”.

Ebû Araj balê dikîşîne ku hemû deverên tên topbaran kirin û şer lê diqewime, weke herêmên kêmkirina şer di rêkeftina Astana de hatibûn ragihandin, ku Tirkîye gerantor anku misogervan bû li wan deran.

Ebû Araj dor xalên çavdêrîya artêşa Tirk wiha hizara xwe tîne ziman: “Li Morêk, Xan Şêxûn, û Cebel Şehşebo, xalên çavdêrîyê yên artêşa Tirk hene, lê belê xuya ye erka van xalan parastina rejîm û îranê ye, da ku rê li ber pêşketina opozisyonê bigrin, û ne tiştekî din”.

Girêdayî egerên firehbûna êrîşa rejîmê ku bi ser tevahîya Îdlibê de were, Ebû Araj hişyarî dide ku ew yek dê bibe sedema kîrzeke mirovahî, loma tê pêşbînî kirin ku Neteweyên Yekbûyî bi lez tevbigere ku rê li ber vê yekê bigre.

“Eger êrîş bi ser Îdlibê de were, şênîyê Îdlibê û penaberên lê bi cih bûne wê ku de herin, ku sînorê Tirkîyê jî bi çeper û dîwar hatiye girtin?” Ebû Araj dipirse.

Di berdewamêya axaftina xwe de Ebû Araj ku ew bi xwe ji Îdlibê ye bang li Amerîka dike ta destwerdanê bike û amadehîya hêzên xwe ku di bin sîwana Hêzên Sûrîya Demokratîk de ye tîne ziman da ku berê xwe bidin Îdlibê.

“Em û hemû pêkhateyên Ereb di nava HSDê de li rojhilata Ferat, em amade ne gelê xwe biparêzin çi li Îdlib û Hemayê yan li Efrîn û Şehba ku li hember zulmê biseknin û dagîrkeran ji axa xwe derxînin”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di encama şer û êrîşên dijwar ku ji 30 Nîsanê de destpê kirine bi sedan kes hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan 297 kes ku di nava wan de sivîl, hêzên rejîmê û çekdarên opozisyon û yên tundrê hene, belge kiribûn.

Her wiha çavdêrîyê ragihandibû ku bêtir ji 150 hezar kes ji deverên lê şer diqewime derbider bûne. 

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket