Dr. Berhem û Pompeo lihev civiyan

kurdistani 01:58 PM - 2019-05-08
 Pompeo û Dr. Berhem

Pompeo û Dr. Berhem

Dr. Berhem û Mike Pompeo li hev civiyan û gelek mijarên girîng jî gotûbêj kirin.

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih di civîna li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo rasgihand; Em li gel hemû welatekî de pabendin bi siyaseta hevseng.

Duh hêvara sêşemê 7-5-2019`an, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih pêşwazî li wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û şandeya bi wî re kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, derbarê bihêzkirina peywendiyên di navbera Amerîak û Êraqê de û girîngiya hevkariyê di navbera Amerîka û Êraqê de di ehmû derfetan de gotûbêj kirin.

Her weha di heman civînê de, Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih tekez li ser hevparî û hevkariya di navbera Amerîka û Êraqî de kir û ji bo Êraqê pir bi girîng dizanî. Serokkomar di axivtina xwe de destnîşan kir ku ew bi hemû welartên cîran re dostayetî dikin û parastina rewşê û peywendiyên cêranî armanca wa ne.

Ji aliyê xwe ve jî, wezîrê derve yê Amerîkayê rola Êraqê ê mezin û girîng ku di navçeyê de dilîze pir bilind û girîng nirxand ku Êraq di parastina ewlehî û aştiya herêmî de, xwwedî rol û helwest e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket