Sendîkeya Rojnamevanan Xeyriye Hebîb xelat kir

kurdistani 07:39 PM - 2019-05-05
Karwan Enwer xelat da bi Xeyriye Hebîb

Karwan Enwer xelat da bi Xeyriye Hebîb

Sendîkeya Rojnamevanan a Kurdistanê liqa Silêmaniyê, rojnamevan Xeyriye Hebîb xelat kir.

Îro ber hêvarê 5-5-2019`an, şandeyeke sendîkeya rojnamevanan a Kurdistanê liqa Silêmaniyê, bi armanca xelatkirinê, serdana mala Medyarkara dêrîn a Êraqê Xeyriye Hebîb kir.

Her weha di wê serdanê de, şandeya Sendîkeya Rojnamevanan a Kurdistanê destxweşî li kar û xebatên Xeyriye Hebîb kir û dirêjpêdana wê ji karên rojnamegerî û medyakariyê re pir bilind nixrxand û di dawiyê de jî, wêneyeke destkişandî û loguyeke Sendîkayê jê re ji aliyê sekretrê sendîkeya Karwan Enwer ve hat pêşkêş kirin.

Xatûn Xeyriye Hebîb ku heyama 16 salan di kenala Êraqê ya wê serdemê de kar dikir û bernameyeke bi navê nînika hunerê pêşkêş dikir û niha jî li Herêma Kurdistanê nîştecêh bû ye û di ragiahndinên Silêmaniyê de dixebite.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket