Kosret Resûl; Rêkevtin bi hêza hemû yan tê bi cih kirin

kurdistani 06:41 PM - 2019-05-05
Dema wajokirina rêkevtinnameya PDK-YNKê

Dema wajokirina rêkevtinnameya PDK-YNKê

Rêkevtinameya YNK û PDKê di avahiya politburoya YNKê de hat wajo kirin.

Îro roja yekşemê 5-5-2019`an, li bajarê Silêmaniyê di avahiya politburoya YNKê de, bi amadebûna her du şandeyên danustandinan ên YNK-PDKê rêkevtnameya di navbera Ywekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û Partiya Demokrat a Kurdistanê de pêkhatibû, ji aliyê cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ve hat wajokirin.

Her weha di wê barê de, Cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiyan Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî piştî wajokirina li ser rêkevtnameya YNK û PDKê ku ji bo pêkanîna hikûmetê lihev kirinbûn di kongireyeke rojnamegeriyê de ragihand; "Em bi boneya wajokirina rêkevtinê, germtirîn pîrozbahiyan li gelê Kurdistan û malbnatên şehîd û nemiran û politburoya PDKê dikin."

Di dirêjahiya axivtinên xwe de, Kosret Resûl di kongireyeke rojnamegeriyê de ragihand; "Rêkevtin wê bi hêza hemûyan bê bi cih kirin."

Kosret Resûl Elî di daxuyaniya xwe de wiha anî ser ziman;"Em bi hêvî ne ku hemû alî bikaribin xizmeta miletê kurd bikin û hemû alî bi hev re ximetî xelkê me bikin  ku rewşa wan ya aborî pir xerape."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket