Srî Lanka Hejmara Kuştîyan ji 359'an Daxist 253'yan

kurdistani 12:42 PM - 2019-04-26
 Srî Lanka Hejmara Kuştîyan ji 359'an Daxist 253'yan

Srî Lanka Hejmara Kuştîyan ji 359'an Daxist 253'yan

Di nûçeyeke dengê Amerîkayê de wiha hatiye weşandin ku wezareta Saxlemî ya Srî Lanka hejmara kuştîyên êrîşên roja Yekşemê 100 kêm kir û da zanîn ku ew hejmar li dora 253’yan e. Wezaretê dîyar kir ku hejmara berê ya kuştîyan, ku 359 bû, jiber şaşîyekê zêde hatiye ragihandin.

Li gor dengê Amerîkayê ku ew êrîşvanên xwekuj, roja Yekşemê li Kolombo ya paytext û li Batticaloa ya li rojhilata Srî Lanka êrîş biribûn ser otel û dêran. Piranîya kuştîyan hemwelatîyên Srî Lanka ne û di nav kuştî û birîndaran de hemwelatîyên welatên bîyan jî hene.

Lê di encamê de, ew kiryara qirêj û terorîstî berpirsîya êrîşê Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtibû ser xwe. Karbidestên ewlekarîyê dîyar dikin ku girêdayî êrîşê heta niha bi qasî 70 kes hatine desteser kirin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket