Serokkomar projeyasaya ji bo jinên Êzîdî pêşkêş dike


7/4/2019 14:33:00
Çapkirin
     jinên êzîdî

Serokkomar projeyasaya jinên Êzîdî ku ji terorîstên DAIŞê rizgarbûne, pêşêş bi parlemanê kir.

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih projeyasaya xwedîlêderketina li jinên Êzîdî yên ku ji destên terorîstên DAIŞê rizgarbûne pêşkêş bi Encûmena Nûneran ya Êraqê kir tako xwendinê li ser bikin û xwedî lê derkevin.

Ew projeyasaya derbarê ew jinên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin piştî 10-6-2014`an, pêkhatiye, bi armanca alîkariya wan jinan bi aborî û manewî û bi xwedî bikin û jiyaneke baş û bi rûmet ji wan re peyda bikin. Her weha ew projeyasaya hewil dide ku ew jinên kurdên Êzîdî ku ji destên terorîstên DAIŞê rizgarbûne di nava civakê de esayî bikin û jêrxana navçeyên wan jî baştir bikin tako bi civakê re di jiyanê de heveş û hevpar bijîn.

Di wê projeyasaya serokkomar de hatiye ku pêwîste rêvebiriyeke giştî ji bo karûbarên jinên Êzîdî ku ji DAIŞê rizgarbûne bête damezrandin ku bi sekreteriyeta giştî ya encûmena wezîran ve bê girêdan û baregeha wê ya serekî parêzgeha Neynewayê be, ta ko dest bi jimêryarî û amadekirina belavok û dusyeyên ew jinên ku ji destên DAIŞê rizgarbûne bike. Her weha xizmet pêwîst ji wan re pêşkêş bike û derfetên kar ji wan re bibîne û cihê hewandin û jioyankirinê ji wan re peyda bike û cihên tenduristiyê ji bo dermankirina wan hem ji aliyê tenduristî û hem jî ji aliyê derûnî, civakî û pîşeyî ve.

PUKmedia


 

Dêra Ancîlî; Biryara derketina Tirkiyê ji Efrînê da


Dêra Ancîlî li Almaniyayê bi dengên piraniya endamên xwe, biryar da ku êdî pêwîste Tirkiyê ji Efrînê derkeve.

D...


»  Silêmanî: Fastîvala Roja Penaberan a Cîhanê
»  3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin


Bernameya Ji Rojava`yê derbarê hewlwesta Amerîkayê ji doza kurd de guhdar bikin...

Di roja duşemê 27 /5/2019'an, demjimêr 2 bi dema Herêma Kurdi...


»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad
»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin

Karîkator