Silêmanî; Pîlaneke terorîstan têkçû
kurdistani 04:15 PM - 2019-04-03Silêmanî; Pîlaneke terorîstan têkçû
Li parêzgeha Silêmaniyê, Pîlaneke qirêjk ên terorîstan têkçû.
Asayîşa Silêmaniyê ku saziyeke ser bi saziya asayîşa Herêma Kurdistanê, pîlaneke çeteyên terorîstên DAIŞê li parêzgeha Silêmaniyê bi yekcarî têkbirin û hemû ew çeteyên girtî li xwe mûkûrhatin.
Li navçeya Çemçemalê ser bi parêzgeha Silêmaniyê, 3 komên çeteyên terorîstên DAIŞê, ku endamên wan tev ji regeza erebin hatin aşkirekirin û destgîrkirin û li gorî vîdyoyê jî, ew terorîst yek bi yek lixwe dinin û rastiya pîlanên xwe ên qirêj zelal dikin.
Evin teroîstên ku hatine girtin;
1- Terorîst Şoeyb Zêd ku bi Ebu Eymen tê naskirin, di sala 1984`an de li Meqdediye ya ser bi Diyalayê ji dayîkbûye û 2015`an tevlî DAIŞê bû ye û beşdarî li gelek şer û karên terorîstî kiriye û pişre jî berê xwe daye Silêmaniyê tako karên terorîstî encam bidin.
Lê di roja 14-1-2019`an têgirtin.
Hûn dikarin guhdar û temaşe bikin.
2- Terorîst Mistefa Xelîfe Ebdula Helbosî di sala 1996`an li Anbarê hatiye dinê û di sala 2015`an de, tevlî DAIŞê bû ye û li Sûriye bû, lê di vê demên dawiyê dde bi qaçaxî derbasî Hewlêrê bû ye û piştre jî hatiye Silêmaniyê ji bo karên terorîstî qirêj encam bide, lê ew di roja 27-1-2019`an de hat girtin.
3-Terorîst Omer Yunis Turkî bi Ebu Ebid tê naskirin.
Her weha ewterorîsta di sala 1994`an jidayîkbûye û 2014`an tevlî komên terorîstên DAIŞîê bû ye.
Berpirsê karûbarên teqandin û çandina bombeyan bû ye, di roja 30-1-2019`an de, li sînorê Çemçemalê tê girtin.
4- Terorîst Omer Kamîl Turkî bi Ebu Faroq naskirîye di sala 1978`an de li Bexdadê jidayîkbû ye û di 2014`an de tevlî DAIŞê bû ye û di roja 31-1-2019`an de, li sînorê Çemçemalê tê girtin.
5- Terorîst Elî Yunis Turkî bi Ebu Bîlal naskirî ye, di sala 2014`an de, tevlî DAIŞê bû ye û di roja 31-1-2019`an li sînorê Çemçemalê tê girtin.
6-Terorîst EAhmed Xemîs Şoca bi Ebu Elî naskirye di sala 1998`an de li Amirliyê hatiye dinê û di sala 2017`an de tevlî DAIŞê bû ye û bi armanca komkirina zanyariyan li ser asayçşa Hewlêr û SAilêmayê kombike, di roja 20-1-2019`an, li Zênana hate destgîrkirin.
7- Terorîst (H.E) ji Herêma Kurdistanê temen 19 sal e, endamê hizbekî islamî li Herêma Kurdistanê bû.
Her weha tevlî rêzên çekdarên terorîstên DAIŞê dibe, di sala 2018`an bi riya facebookê peywendiyê bi çend mîrên terorîstan dike û berê xwe dide ber bi Hemrînê û di roja 26-2-2019`an di dema ku diçûn bo navçeya Hemrînê bi rê de, li gel 2 terorîstên din hatin girtin.
8-Terorîst (S. T) ji Herêma Kurdistanê ye û pçşeya wî kasibe û endamê hizbekî Islamî li Herêma Kurdistanê ye di sala 2014`an de, dikeve jêr bandora raman û bîrdozên radîkaltiya DAIŞê û bi riya terorîst (H.E) ku li jor amaje pê hatiye dayîn tevlî rêzên çekdarên terorîstên DAIŞê dibe.
Her weha di sala 2018`an bi riya facebookê peywendiyê bi çend mîrên terorîstan dike û berê xwe dide ber bi Hemrînê û di roja 26-2-2019`an di dema ku diçûn bo navçeya Hemrînê bi rê de, li gel 2 terorîstên din hatin girtin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25