Abadî li ser Kerkûkê em bi YNKê re rênekevtibûn
kurdistani 12:25 PM - 2019-03-26Abadî li ser Kerkûkê em bi YNKê re rênekevtibûn
Heyder Abad derbarê buyera 16ê cotmehê de got ti rêkevtinên me bi YNKê re nebûn.
Serokwezîrê berê yê Êraqê Dr. Heyder Abadî di hevdîtineke xwe bi kenala Dicle ya Êraqî derbarê buyera 16-10-2019`an de û ew dengoyên ku digotin hikûmete Êraq û Qasim Silêmanî bi Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re rêkevtinkirine ji bo pêşmerge ji Kerkûkê paşve vekişin,bi nerast nirxand û got; Ti rêkevtineke me bi Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re tunebû tako pêşmerge ji Kerkûkê derkevin û armanca vekişîna pêşmerge ji Kerkûkê ew bû ku berangirî nebe û xwîn nerje û xelkên sivîl nebin bi qurbanî.
Her weha di dirêjahiya axivtinên xwe de, serokwezîrê berê yê Êraqê Heyder Abadî dibêje:Ewê li Kerkûkê rudaye naye wateyê ku kurd Kerkûk li dest daye wek hinek ji partiyên kurdî ên tundrew çêrê dikin, ez bawer nakim ku we be û ew ne raste, ez dibêjim ku pêşmerge şerê me nakin û ew hestê nîştimanî di wan de pir bilind bû û nexwastin ku xwîn pir birijê.
Her di wê hevpeyvîna xwe de, Heyder Abadî amaje bi nebûnî rêkevtina ku gelek alî û kesan li ser rêklemên hibî dikirin û ku YNKê bi Qasim Silêmanî re rêkevtibê li ser radestkirina Kerkûkê an jî paşvekişîna ji Kerkûkê, ew gotin û rêklamên wiha kok ne rastin û dûrin ji rastiyan.
Abadî aşkire dike ku 2 rengên pêşmerge hebûn, di nava YNKê de, di nava YNKê de, aliyekî diyar û bêlê hebû ku me hevrêzî bi wan kir ku navê xiyanetê li wan hat kirin, lê di rastiyê de, ew pêngav ne xiyanete, ew ji bo ku xelk nebe qurbanî û xwîn pir nerije û şerê rûbirû neye kirin bû, bi nêrîna me ew rastir bû.
Heyder Abadî di wê hevpeyvîna xwe de dide diyarkirin ku di nava YNKê de aliyên tund hebûn û di nava PDKê de jî hebûn, lê çira wan şer nekirin, ji ber ku peywendiyên me ên taybet bi pêşmergeyên ku di eniyên şer de hebûn û gotara me ji wan re hebûn ku nekevin rûbirû
Hûn dikarin bi riya vê linke temaşeyî hevpeyvîna kenala SDîcleyê bi Abadî re bikin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26