Dîroka 612 bi ey reqîb dubare bû

kurdistani 02:42 PM - 2019-03-24
dEMA HILDANA ALAYA HSDê LI BAXOZê

dEMA HILDANA ALAYA HSDê LI BAXOZê

Wek tê zelalkirin ku êdî dîroka gelê kurd ku ji serkevtina Mediyeyan di 612`an pêş zayîn û vir ve, careke din xwe li Baxozê dubare kir û vê carê jî, li ser destên neviyên Kawayê Hesinkar YPG-YPJê bû.

Di şeva Newrozê de, ango di roja 20-3-2019`an, Hêzên Sûriye Demokratîk ragiahndina nemana DAIŞê li Rojavayê Kurdistan û rojhilatê Sûriye wek mizgêniyek da gelê kurd û Kurdistanê.

Ew serkevtin bi merşa neteweyî kurdî Ey Reqîb dest pê kir ku bi serê xwe pêngaveke dîrokî û pir mezin bû. Lê mixabin hîn ev serkevtin li cem gelê me ti wateyên girîng û pêşeng jê re nehatiye kirin.

HSD rizgarkirina Baxoz ê ragihand

Berdevk ê Hêzên Sûryeya Demokratîk Mistefa Balî li ser serkeftin ê li hemberî DAÎŞê li Baxoz a Dêre Zor ê ragihand .

Her weha Balî ragihand ku Baxoz bi temamî ji rêxistina DAÎŞ ê yê terorîst rizgar bû ,û got ev serkeftin diyarî ji bo rihê şehîdên me û malbatên wan e ji ber ku ne ji şehîdan ba qet Baxoz rizgar ne dibû û DAÎŞ têk nediçû .

Piştî gelek sal ji qurbaniyê mezin em hemû dunyayê agahdar dikin bi vîna Şervanên me DAÎŞ li Sûriyê têk çû û Hêzên me bi serketin û serkeftî bûn û ser bilind li hemberî cîhan ê derketin .dîsa Şervan soz didin ku dl herdem di şerê li dijî xîlafet ê de û tunekirina raman û fikrên DAÎŞê de berdewam bin.

Sûriyê bi temamî ji DAÎŞê rizgar bû

Dewletên Yekbûyî ragihand ku xaka Sûriyê bi temamî ji dest Rêxistina DAÎŞ ê terorîst rizgar bû ,tekez kir ku kontirolkirina DAÎŞê li ser ti navçeyan nemaye.

Her weha serok ê Emrîkayê Donal Trump li pêş du peyamnêran nexşa navçeyê beriya kontrolkirina û piştre deynabû ku têde diyare tişt bi dest DAÎŞ ê de nemaye û 100% navçe  rizgar bûne.

Di hwyama konferenseke Rojnamevanî de jî berdevk ê koşka sipî Sarah Sanders ragihand ku yê bi karên wezîrê parastina Emrîkayê radibe Patrick Chanahan ji serok Donal Trump re got Sûriyê bi temamî ji DAÎŞê rizgar bû.

HSDê kongireya serkevtina li ser DAIŞê li darxist.

Li navçeya Elomer yê ser bi Dêrezûrê ku ji destên DAIŞê hatiye rizgarkirin, îro piştî nîvro kongireyeke taybet ji bo ragiahndina serkevtina mezin ya HSDê û Hevpeymanên Nav Navneteweyî li dijî DAIŞê hat lidarxistin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk da zanîn ku wan li ser bingeha rêgezên neteweya demokratîk û jiyana hevbeş çeteyên DAIŞ`ê têk birine.
HSD`ê bang li hikumeta Şamê kir ku gotûbêjên aştiyê û lihevkirinê bike û rastî û bi taybetmendiyên HSD`ê bipejirîne û nas bike.

Ev daxuyaniya HSDê ji Hawarnewsê hatiye wergirtin û ji ber girîngiya wê me wek PUKmedia`yê weşand û daxuyanî ya Hêzên Sûriya Demokratîk wiha ye:

“Bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û hemû şervanên me û hevalbendên me ku bi me re di heman xendeqê de şer kir,  îro em radigihînin ku Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) hate rûxandin û serweriya wê li cihê wê yê herî dawîn li Baxozê hate bidawîkirin.

Piştî ku hêzên me terorîstên El-Qaîde û hevkarên wan ên ku destek ji hêzên herêmî werdigirt û bi derfetên me di berxwedana lehengiyê ya salên 2012 û 2013`an de hatin têkbirin, herêmên me di destpêka sala 2014`an de û bi sorkirina heman hêzan, rastî êrîşên DAIŞ`ê yên herî hovane û xwînxwar hatin. Lê şerê Kobanê bû sembola berxwedana cîhanê ya li dijî terorê û destpêkirina têkçûna DAIŞ`ê.  Va ye îro piştî şerê 5 salan dirêj kir, em radigihînin ku DAIŞ di aliyê meydanî de û xetereya wê ya li dijî mirovahiyê têk çû.

‘5 milyon şênî ji teroroê hatin rizgarkirin’

Em bi destkeftiyên şerê xwe yê li dijî DAIŞ û El-Qaîde serbilind in ku di encama wê de me derdora 5 milyon ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ji terorê  xelas kirin û 52 hezar km çargoşe ji axa Sûriyê rizgar kir û xetereya terorê ya li dijî mirovahiyê rakir.

Ev serkeftin bedela xwe giran bû; zêdetirî 11 hezar şehîd ji fermandar û şervanên hêzên me şehîd bûn. Her wiha sivîl jî bûn hedefa terora DAIŞ`ê. Di heman demê de, zêdetirî 21 hezar ji şervanên me birîndar bûn. Bi vê boneyê em van lehengan bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîna şehîdan ditewînin û şîfayê ji birîndarên xwe re dixwazin. Ger wan ew fedakarî nekira, me hemûyan ev serkeftin bi dest nedixist. Di heman demê de em spasiya hemû aliyên ku beşdarî şerê li dijî terorê bûne û nexasim Kaolîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê dikin.

Bingeha sereke ya serkeftina QSD`ê di şerê li dijî terorê de, metoda demokratîk, rêgezên neteweya demokratîk, azadiya jinan, rêgezên jiyana hevbeş û biratiya gelan bû ku di encamê de hemû şervanên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Şîşan û Çerkez û şervanên enternasyonlîst di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk de kom kirin.

Çawa ku Hêzên Sûriya Demokratîk alîkarî da şêniyên herêmên rizgarkirî da ku saziyên xwe yên rêvebirinê û ewlehiyê ava bikin, wê îstiqrarê jî li van herêman pêk bîne da ku ji nû ve meclisên rêvebirinê û qanûnî bi rêya hilbijartinên demokratîk werin avakirin.

Pêvajoya nû ya şerê  li dijî DAIŞ’ê

Di dawiyê de em tekez dikin ku şerê me Ii dijî terora DAIŞ`ê heta pêkanîna serkeftina giştî û tunekirina wê dê dewam bike. Di heman demê de em ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin ku em dest bi pêvajoyeke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞ`ê dikin. Ev yek jî dê bi rêya hemleyên leşkerî û ewlehiyê yên bi koordîneya li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî be da ku hebûna leşkerî ya veşartî ya rêxistina DAIŞ`ê anku şaneyên veşartî ku heta niha metirsiyeke mezin li ser herêmên me û tevahiya cîhanê çêdikin, tune bikin“.

William Robak: Xebatên me ji bo tunekirina DAIŞ`ê dirêj dike

Nûnerê Welatên Yekbûyî ya Amerîkayê, William Robak di merasîma ragihandina tunekirina DAIŞ`ê de ku li Heqil Umer ê Dêrazorê tê lidarxistin, axivî.

Di ajansa Hawrwesê de, amaje bi Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak dike ku wî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir û îşaret bi rola şervanên QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de kir û tekez kir ku xebatên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê didomin.

Di dirêjahiya nûçeya Hawrnewsê de, wiha hatiye weşandin, Robak di destpêkê de bixêrhatina beşdaran kir û wiha anî ziman: "Dixwazim li şûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyekê bidim. Em ji gelê Sûriyê re radigîhin ku DAIŞ`ê têk çû û herêmên di bin dagirkeriya wan de hatin rizgarkirin. Rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê stratejiyeke mezin da koalîsyonê û hevalbendên wê."

Di gotara nûnerê Amerîkayê de ku di kongireya serkevtina li ser DAIŞê de Robak destnîşan kir ku DYA`yê ji nava 59 dewletên di nava Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de bi rola xwe serbilind e û wiha anî ziman: "Heger ne ji hevalbenên me li Sûriyê bûya û berdelên ku gelê Sûriyê dan, me nikaribû DAIŞ tune bikira.”

Di mijara pîrozbahiyê li hêzên ku li dijî DAIŞ ceng kirine de Robak di axaftina xwe de wiha got:"Em berdelên QSD`ê û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo serkeftinê pîroz dikin û em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin."

Robak diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo tunekirina wan bi temamî didomin û wiha pê de çû: "Em ji detspêkê ve zelal in. Em ê destekê bidin xebatên koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ`ê. Serok Trump got em ê her tiştê pêwîst li Sûriyê bikin."

Di dawiyê de Robak wiha got:"Em destekê didin biryara 2254’an da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbe."

Brett McGurk spasiya QSD`ê kir

Nûnerê berê yê serokê DYA`yê yê li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk HSD kir ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê tune kirin û serkeftin li cîhanê pîroz kir.

Nûnerê berê yê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Brett McGurk Ii ser rupela xwe yê Twitterê peyamek weşand û tê de got ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê tune kirin, spasiya wan dike û ev serkeftina li cîhanê pîroz kir û wek serkeftineke dîrokî binav kir û silav ji malbetên şehîdan re şand.

McGurk di peyama xwe de wiha got: “A girîng ew e ku îro em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin, ji ber ku vê pêngava bi awayekî çalak dewam kir. Em sersaxiyê ji bo kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, dixwazin. Ev serkeftineke dîrokî ye, ji ber ku parastina tevahiya cîhanê hate kirin.”

Macron: Şikesta DAIŞê, Tirseka Mezin Liser Frensa Hiland

Li gorî nûçeyeke ji dengê Amerîkayê VOA ku Serokê Firansa Emmanual Macron dibêje, tirseka mezin liser Firensa hate hilandin, piştî Hêzên Sûrîye Demokrata ya Amerîka piştgirîya wê dike tevaya deverên libin kontrola DAIŞê li Rojhelata Sûrîye li Baxozê rêzgar kirin.

VOA amaje bi gotina serokê Frensayê Emmanual Macron dike ku di daxyanîyê da gotiye; Îro pêngaveka mezin hate havêştin û tirseka mezin liser welatê me nema" . Herwesa Macron gor, gefên Daîşê hêşta dimine û divê berxodan dijî komên terorê dewam bike.

Di dirêjahiya nûîçeya VOA`ê de hatiye ku Wezîra berevanîya Fransa Florence Parly birîya Twitterê got, DAIŞ tû deveran kontIrol nake.

Donald Trump silav li serkeftin ê kir

Serok ê Emrîkayê Donald Trump silav li ser serkeftina li dijî rêxistina DAÎŞê kir ,soz da ku ji bo terorîst ê Dewletên Yekbûyê dê tim hişyar be û di amadebaşiyê de be.

Di heyama belavokek ê de Trump ragihand ku bi dileke xweş bi hevkariyê li gel Hêzên Sûryeya Demokratîk û Hêzên Êraq ê têkşikandin û tunekirina DAÎŞê didim ragihandinku li Sûriyê û Êraq ê DAÎŞ têkçû û tune bû . her weha HSD jî doh li ser serkeftin ê ragihand û got tirsa ku DAÎŞê ji 5`salan ve belav kiribû me niha ew tune kir.

Trump tekez li ser wê yekê kir ku dê ji bo terorî herdem hazir bin ku terorê têk bibin ,destnîşan li ser ciwanên ku li ser Entirnêtê baweriya xwe bi Rêxistin ê dikin re got kuştin li pêş we ye eger hun tevlî teror ê bibin.

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket