Bergumanê Êrîşa Mizgeftên New Zealand Tê Dadgehkirin

kurdistani 04:22 PM - 2019-03-17
gORISTANA QURBANIYêN MIZGEFTA new zealanda

gORISTANA QURBANIYêN MIZGEFTA new zealanda

Bergumanê sereke yê êrîşa ser du mizgeftan li New Zealanda, ku di encamê de 49 kes hatin kuştin îro Şemiyê hate Dadgehkirin.

Brenton Tarrant ê 28 salî ku welatiyê Australya ye, li gel du nobedaran derbasî nava dadgehê bû û dadwerê bajarê Christchurch ew bi gunehê kuştinê tawanbar kir.

Piştî derketina Tarrant ê berguman ji dadgehê, dadwer got niha ew bi gunehekî hatiye tawanbarkirin lê renge di demên bê de, bi hin gunehên din bê tawanbarkirin. Du bergumanên din jî hatin girtin ku renge alîkarî di êrîşê de kiribin. Polîs hewil dide binêre ta çi astê destê herdu bergumanên din di êrîşê de heye.

Serokwezîra New Zealand Jacinda Ardern îro Şemiyê di konferanseke rojnamevanî de êrîş wek kiryareke bêhempa ya tundûtijiyê binav kir û soz da ku yaseya wan a hilgirtina çekan bê guhertin. Serokwezîrê Australya Scott Morrison kesê berguman wek rastrewekî tundrê û terorîst binav kir.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket