YNKê helwesta xwe ragihand

kurdistani 03:33 PM - 2019-02-18
peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer

peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer

YNKê helwesta xwe bi zelalî ragihand.

YNKê helwesta xwe bi zelalî ragihand; Heya pirsgirêka Kerkûkê çareser nebe, em tevlî ti civînên parlemanê û beşdarî hikûmeta nû ya Kurdsitanê nabin.

Di wê barê de, peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer ragihand; YNKê di derbarê helwesta xwe ya pêkanîna hikûmeta nû de di daxuyaniyekeê de ragihand;Biryarê serkirdeyetiya YNKê ew e ku pêwîste rêkevtina 5ê şubatê bi bê merc were bicihkirin ku di 5-2-2019`an de hatibû wajokirin û li ser herdu aliyan lihevkiribûn.

Li gorî daxuyaniya peyvdarê fermî yê YNKê ku di wan xalên ku li ser lihevkirine ev bûn; Parêzgarê Kerkûkê ji pişka YNKê be di wê demê de Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wê amadeyî rûniştinên parlemana Kurdsitanê bibe.

Omer di daxuyaniya xwe de, aşkire kir ku heya niha me ti gerantiyek wernegirtiye ku PDKê pabend be bi cêbicêkirina bendên rêkevtina 5-2-2019`an ku di navbera her du aliyan de PDK û ynkê de pêkhatiye û hatiye wajokirin ku parêzgarê kerkûkê wê ji xisteya ynkê be û wê ynkê jî beşdarî rûniştin û civînên parlemana kurdsitanê bike.

Di rêjahiya daxuyaniya xwe de, peyvdarê fermî yê YNKê Letîf Şêx Omer dazanîn ku ji îro û pê ve, Yekîçtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê wê li gora rastiya tekoşêna xwe ya dîrokî di hikûmet şû desthiladtdariya Kurdsitanê de û di hemû têgehan de bicî bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket