Kalar; 2 karkerên Rojavayê jiyan ji dest dan

kurdistani 03:32 PM - 2019-02-11
 2 karkerên Rojavayê jiyan ji dest dan

2 karkerên Rojavayê jiyan ji dest dan

Li bajarê Kelarê 2 welatiyên Rojavayê Kurdistanê jiyan ji dest dan.

Îro roja duşemê 11-2-2019`an, li bajarê Kelarê ya ser bi Germiyanê, di hundir maleke yê projeya ((Lana City)) de, termê du karkerên ku Ji Rojavayê Kurdsitanê ne hatin dîtin ku di hundirê udayê de jiyana xwe ji dest dane.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê polîsê Germiyanê Elî Cemal Qedûrî di belavokekê de ragiahnd; Ew du termên ku me îro roja duşemê di udeyeke ser bi Lana Cityê ve dîtine, li gorî nasnameyên wan, ew her du kes vedigerin bo xelkê Sûrî ku derbarê buyerê jî lêkolîn berdewam e.

Lê wek hat gotin ku ew kesên ku jiyana xwe ji dest dane, li wir kardikirin û ji kurdên Rojavayê Kurdsitanê herêma Cizîrê ne, ew nîşticihê kampa penaberan ya Barêkeyê bûn, ap û birazî  bi navê Musa Sebrî Mincî û zarokê ku birazayê Musaye (Cudî Faris Mincî) ne, lê derbarê sedema jiyanjidestdana her du pismamên hev, dibêjin ku bi dûmanê matora kerebayê jiyana xwe ji dest da bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket