Efrîn: Komên çete hewldidin ku peywendiyên Efrîniyan ji derve qut bikin

kurdistani 10:51 AM - 2019-02-06
Efrîn: Komên çete hewldidin ku peywendiyên welatiyan ji derve qut bike

Efrîn: Komên çete hewldidin ku peywendiyên welatiyan ji derve qut bike

Li gor ragihandina Jêderên ji Efrîn ê dibêjin komên çete yên bi ser Artêşa Tirkiyê ve goristanê gundê Hebo ya ser bi Mabeta ve rûxandin û tirbe şikandin.

Her weha li ser zimanê welatiyên li Efrînê tê gotin ku ji destpêka Dagirkirina Efrîn ê de bê diyarkirina sedem çete li hemû gundên Efrîmê tirbeyan dişkînin û mafên nûşteciyan binpêk dikin.

Ji aliyeke din ve jî jêderan ragihandin ku çete bircên peywendiyan ji nav bajar û gundên Efrîn ê radikin da ku welatî binpêkirinên biderheqên wan dernexin derve û wan aşkire nekin.
Welatiyên Reco û Maratê û Cindirêsê tekez dikin ku çeteyan dest bi rakirina bircên peywendiyan kiriye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket