Talebanî û Malikî li hev civiyan
kurdistani 04:10 PM - 2019-02-04Talebanî û Malikî li hev civiyan
Qubad Talebanî li Bexdadê bi Nûrî Malekî re jî rûnişt.
Di çarçoveya serdana xwe ji Bexdadê re, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî re civiya.
Di wê civîna du qolî de, derbarê rewşa giştî li Herêma Kurdistan û Êraqê û yekrêziya aliyên siyasî di çawaniya xizmetkirina gel de gotûbêj kirin.
Malikî dazxanîn ku nediyarbûna serok Mam Celal bandoreke xwe mezin li ser meydana siyasî li Êraqê hebû, aşkire kir ku Mam Celal dikarî hemû aliyên Êraqê li ser yek masê komî hev du bikireya ji bo ku bi herv re diyalog û gotûbêjan bikin.
Di aliyê parastina jiyana gel û pêkhatên Êraqê bi giştî û jihevnêzîkirin û aştîbûna hemû aliyên nakokdar de, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî zelalkir ku serok Mam Celal di erkên xwe de, kilîta ewlehî û aramiyê bû.
Ji aliyê xwwe ve jî, derbarê pêkanîna hikûmeta nûh ya Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî dazanîn ku civînên aliyan ji bo pêkanîna hikûmetê dest pêkiriye û ew bi hêvî ne ku encamên baştir bi dest bikevin tako bi lez hikûmetekê bidin ragihandin.
Di mijara Êraqê de, Malikî aşkire kir ku Îro Êraq li ber guhertin û lihembertiya mezin de ye û pêwîste em hemû yekgirtî bin û bi hev re hevkar bin tako em vê qonaxa hestyar bi serkevitin derbas bikin.
Talebanî aşkire kir ku pêwîste siyaseta baxa gulan were birêvebirin wek çawa serok Mam Celal birêve dibir û di hemû civînên xwe de li ser şirove dikir, ji ber ku Êraq renge renge û pêkhat jî pirin û ji ber wê jî nabe tenê yek kes Êraqê birêve bibe û nabe desthilat ya aliyekî tenê be.
Hêjayî gotinê ye ku ev serdana Qubad Talebanî ji Bexdadê re li ser vexwendina Navenda Rafîdên ya ji bo diyalogê hatibû ku gelek nûnerên welatên biyanî jî beşdarî li wê dîdarê kiribûn her weha hejmareke ji wezîr û parlementerên Êraqê jî û siyasetvan û akadîm,esuyonên ramanî û aborînas ên ji navçeyê.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26