Civîna YNK û PDKê hat paşxistin

kurdistani 04:07 PM - 2019-01-29
 Civîna YNK û PDKê hat paşxistin

Civîna YNK û PDKê hat paşxistin

Civîna bilind ya herdu aliyên sereke kurdî YNK û PDKê hat paşxistin.

Biryar bû ku îro roja sîşemê 29-1-2019`an, civîneke paye bilind yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistanê bê lidarxistin hat paşxistin.

Li gor zanyariyên ku bi dest PUKmedia`yê ketine ku ew civîna ku wê di navbera YNK-PDKê ve dest pê bikira, heya demeke nediyar hat paşvexistin.

Hêjayî gotinê ye ku biryar bû li bajarê Hewlêrê civîneke di asta bilind de di navbera YNK-PDKê de bihata lidarxistin tako derbarê rewşa Herêma Kurdistan û Êraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bihata gotûbêjkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket