Komara Mihabad rastiya rewabûna doza Kurdsitanê ye


23/1/2019 15:51:00
Çapkirin
     KOMARA MIHABAD A KURDISTAN

Eger mirov bi awayekî berferehî li ser vê rojê bisekinê, ango roja 22-1- ji her salekê, çi di warî şirovekirinê de be, çi di warî revekirinê de be, çi di warî jihevderxistina dîrokî û siyasî û mafên mirovî de be, dê gelek tiştên cur be cur derkevin holê.

Ji ber ku gelê Kurd bi hezaran sale ku li ser xak û şûnwarên bav û kalên xwe dijîn. Bi berdewamî jî, xwedanê rûmet û navûbangên xwe bûne û ti carî jî, xiyanet û dirûtî û nepakî li direws û hevcîwarên xwe nekirine. Lê mixabin herdem jî, ji aliyê direwse û ew desthilatên ku li ser Kurdistan ê zalbûne û dagîrkeriya xwe bi awayekî nemirovane didomînin. Gelek binpêkirin û pêşilkirina mafên mirovan li hemberî Kurdan kirine û ta niha jî berdewamin û xwe bi mafdar jî dizanin.

Rewşa gelê me li çar aliyên Kurdistanê, hîn jî gelek bi nerewayî tê binpêkirin û naye parastin. Çi li Bakurê Kurdistan (Beşa li jêr desthilatdariya Tirkiye), Rojhilatê Kurdistanê (Li jêr desthilatdariya Îran), Rojavayê Kurdistanê (Beşa ku hîn li ser destura Suriye) û Başûrê Kurdistanê ku nîvî di bin desthilatdariya Êraqê û nîvî jî Azad e, ku heya niha gefan li Herêma Kurdistanê dikin û neheqiyê bi vîna gelê Kurd dikin her rojê kêşeyekê ji Herêma Kurdistanê re derdixînin û aloziyan diçespînin û bêhtir ji 3 milyon Kurd hîn jî di bin desthilata hikûmeeta Êraqî de ne.

Di rojek ji rojên çileya werzên Kurdistanê de, ango di 22.01.1946, an ku di roja 2ê Rêbendanê de, li Rojhilata Kurdistanê, di meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê de, dîroka gelê Kurd ser ji nû ve hat vejandin.

Di wî rojê mîna îro de, Pêşewayê mezin yê gelê Kurd nemir Qazî Muhemed bi amadebûna nûnerên çalak ji her çar aliyên Kurdistanê, di meydana Çarçira yê de, Aaya Rengîn ya neteweyî bi pat û silavan li darxist û damezrandina komara Mahabad ya Kurdistanê ragihand.

Her weha ev roj bû bi rojeke dîrokî li ba tevahiya gelê Kurd û ji dîrokê re bûye bi belgeyek ku êdî gelê Kurd dikarê bi awayekî aktîv xwedî li bîrûbariyên xwe derkeve û vîna xwe ya azad di warê kirdarî de nîşan bide.

Di roja 22/1/2014'an li Rojavayê Kurdistanê jî, bi heman awayî, li kantona Cezîreyê, hikûmeteke bi navê Rêveberiya Xweser ya demokratîk ya Kurdî hat ragihandin û vê pêngavê dilê tevahiya gelê Kurd yê dilsoz xweş kir û dîroka berdewamiya serkeftin û destkeftên gelê Kurd berdewam kir û weke Herêma Kurdistanê, êdî gelê Rojavayê Kurdistanê, bûye xwediyê desthilateke xwebixwerêvebirinê.

Ji ber wê yekê, di 73'mîn salvegera damezrandina komara Kurdistanê li Mihabadê, ji bîr nebû, li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê rastiya xwe nîşanda û wê li Kobanê ya serfiraz û Efrîna berxwedanger ku bi darê zorê û pîlangeriya navneteweyî hat dagîrkirin jî, çieyên azadiya gelê Kurd bên ragihandin ku êdî Rojavayê Kurdistanê jî, bûye bûyereke dîrokî ji dîroka gelê Kurd û Kurdistanê û ev yek tê wê wateyê ku di 73'mîn salvegera komara Kurdistanê ya Mihabadê, ji bîr nebû, berdewamiya wê li Rojavayê Kurdistanê hat vejandin.

Ji ber ku di dîroka gelê Kurd de, herdem felsefeya serkotkirin û xiyanetê biserketiye, neyarên gelê me, herdem dest bi qezanckirina kes û aliyên ku zemîneya bi cîh anîna siyasetên xwe yên qirêj bikaranîne wek tabura pêncem û di dîrokê de jî nimûne pir hene, gelek kes û aliyên têkder û xiyanetkar jî, navê wan li ser rûpelên dîroka borî de hatine nivîsandin û bûne rûreşên dîrokê wek çawa li Efrînê wek tabura 5ê ji tirkan re xebitîn.

Di barê xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û tekoşîna ku bi awayekî akîtvene ji sala 2004`an ve dest pêkiriye, gelek kesayetiyên rewşenbîr yên mezin xwedî li pêşxistina wate û germahiya şoreşa me li Rojavayê Kurdistanê derdiketin û yek ji wan jî, helbestvanê mezin nemir Şêrko Bêkas bû.

Di serdana min ba nemir Şêrko Bêkes de, ji bo helbesta ku ji salvegera raperîna 12`ê Adara 2004`an re pêşkêş kiribû, min spasiya wî kir, lê wî bersiva min da û got: Kakê Efrînî min tiştek ji bo Rojavayê Kurdistanê nekiriye û pêwîste em di hemû nivîs û civîn û karên xwe de, derbarê piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê de tevbigerin.

Bêkes dida aşkire kirin ku yek ji erkên me yê rewşenbîran ew e ku em bikaribin bi awayekî rastewxwe û cedî li ser geşepêdana ecamên raperîna 12`ê Aadra 2004`an rawestin û em destek bidin bi gelê me yê Rojavayê Kurdistanê taku bi wê rihî di tekoşîna xwe ya rewa de berdewam bike.

Di hemû semînar û xwepêşandanên ji bo Rojavayê Kurdistanê de, beşdar dibû, axiftin û helbestên xwe digotin, rêjîma Sûrî riswa dikir û pir bi awayekî çalak di nava çalakvanên Rojavayê Kurdistanê de hebûna xwe diselimand.

Weke ku ez têdighim ku serxistina proseya siyasî ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ji berhema komara Kurdistan ya Mihabadê ku bi bereketa şehîdê mezin pêşewayê nemir Qazî Mihemed e. Her pêngaveke wisa, ji zemîneya ku wî ji me re nexşe kiribû tê.

Li Rojhilatê Kurdistanê, her zimanê Kurdî di hemû dem û dezgahên part û rêkxistinan de her li pêş zimanê Farisiye û ên dine.
Hemû xelkên xwe fêrî zimanê zikmakî dikin. Serkirde û serokên part û rêkxistinên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi pileya yekemîn girîngiyê didin bi zimanê Kurdî û hewil didin pêşbixînin.

Ev yek ji rastiya çandina bîr û raman û rêbazên rasteqîne di serê wan kes û aliyên welatperwer de, ew bi riya pak û dirustiya kesayetiya pak û neteweyî yê nemirê mezin Qazî Mihemed ve hatine çandin û heya niha bandora xwe li ser civaka Kurdî li Rojhilata Kurdistanê daye meşandin û berdewame û bandora xwe li ser beşên din yên Kurdistanê jî heye.

Hozan Efrînî


 

3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin


3 dostên gelê kurd ji aliyê KXDK ve hatin xelatkirin.

Li Siwîsrayê nivîskar û ragihandvanên Êraqî ku wek dostên gelê ...


»   Kurdek namzetê şardariyên Almanyayê ye
»  Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin


Bernameya Ji Rojava`yê derbarê hewlwesta Amerîkayê ji doza kurd de guhdar bikin...

Di roja duşemê 27 /5/2019'an, demjimêr 2 bi dema Herêma Kurdi...


»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad
»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin

Karîkator