YNKê; PUKmedia xwedî navûbangekek baş e

kurdistani 06:15 PM - 2019-01-21
Politburoya YNKê salvegera PUKmedia`yê pîroz kir

Politburoya YNKê salvegera PUKmedia`yê pîroz kir

Politburoya YNKê peyameke pîrozbahiyê weşand û têda wiha got; PUKmedia xwedî navûbangekek baş e.

Ragihandina politburoya YNKê bi boneya salvegera 16`mîn ya damezrandina YNKê, peymaeke pîrozbahiyê weşand û tê de dibêje; Germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû kadroyên mediyakar dikin ku di qonaxên cuda cuda de karkirine ku di malperê de, xwedî roleke mezin bûne.

Ji ber  ku PUKmedia yek ji wan malperên ku di nava medyaya kurdî de, xwedî seng û navûbangeke başe û bi rastiya yasayên rojnamegeriyê pabendbû ye û bi berpirsyaretî nûçe û rudawan komdike û diweşîne.

Wê peyamê ew jî daye zanîn ; Em li hêviyê ne ku ji bo pêşerojê xwedî erkeke baştir û mezintir be û bi erkên xwe rabe li gorî guhertinên siyasî û civakî û bi awayekî pêşkevtî û xizmetgûzarî nûçe û zanyarî û hoşyarîkirinê ji xwendevan û şopêneran re pêşbixe. Û careke din hûn di karên xwe de serkevtî û serfiraz bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket