Îro 20-1-2019`an roja reş e

kurdistani 05:25 PM - 2019-01-20
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

 Salvegera yekemîn ya êriş û destpêkirina pîlangeriya qirêj ya dagîrkirina Efrînê ye.

Ev roj reştirîn û qirêjtirîn roje di dîroka gelê Efrînê de ye.

Ev roj metirsîdartirîn roje di jiyana gelê Efrînê de ye.

Ev roj moreke reş û tarîke li ser rûyê desthildatdarên cîhanê ye.

Ev roj lekeyeke reş û tarîke li ser rûyê Rûsiya û Tirkiyê û welatên Nato`yê ye.

Ev roj lekeyeke reş û Tarîke li ser rûyê Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên wê ye.

Ev roj lekeyeke reş û tarîke li ser rûyê tevahiya sazî û rêxistinên parastina mafên mirovan e.

Pêwîste hemû serkirde û berpirsên girêdayî bi sazgeha Neteweyîn Yekbûyî ve dest kar berdana û nefret li xwe bikirana û lêborîn ji Efrîniyan bixwestana.

Îro roja yekşemê ye, 20-1-2019`an, roja ku saleke beriya niha ango di 20/1/2018'an de, firokeyên NATO`yê ên (F16) ji çêkirina Amerîkî û tangkên Almanî (Leopard -2-) bi pîlana Rûsiye û Tirkiyê û hinek welatên din ên ku naxwazin kurd bibin bi hêz û xwedî maf li dijî Herêma Efrînê dest bi êrişên hovane li ser gund û kolanên bajarê Efrînê kiribûn.

Ew şer û êrişên dijwar û hovane li dijî Efrîniyan 58 rojan dirêj kir, di encamê de, bêhtir ji 250 kes ji zarok û kal û pîr û jin ku piraniya wan Efrînî bûn tevlî karwana pakrewanan bûn.

Bêhtir ji 300 hezar wealtî ji mal û gund û bajarokên xwe koçber bûn.

Bêhtir ji 700 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Bêhtir ji 2000 şervanên YPGê jî tevlî karwana pakrewanan bûn.

Lê hezar carî mixabin, tenê bi hinek nivîsên ser facebookan Efrîn naye rizgarkirin û naye bi bîranînkirin, mixabin, kenalên kurdî piraniya wan bê agahin ji rewşa niha ya li Efrînê diqewume, piraniya kenal û radyo û malper û ajansên kurdî mijûlê karûbarên civakî û Şahjin û çawaniya xwişikkirina keç û jinanan e...

Saleke beriya niha Rûsiya xwe ji Efrînê vekişand

Saleke beriya niha Rûsiya artêşa xwe ji Herêma Efrînê paşve vekişand û rê da bi Tirkiyê.

Her weha du roj beriya niha jî, Rûsyayê di roja 18-1-2018`an de, piştî rêkevtin û lihevkirina li gel Tirkiyê, dest bi pîlana xwevekişandina ji Herêma Efrînê serbazgeha Kefircenhê kir û çiraya kesik ji Tirkiyayê re vêxist tako bi esanî dagîr bike û bi wê xwevekişandinê, Rûsiya Efrîn ji dagîrkirinê re rewa kir.

Di wê barê de, çavdêrên siyasî dibêjin; Dema ku Rûsiya ji Komara Muhabadê derket, her weha dest ji piştgiriya şoreşa Şêx Seîdê kal jî ber de, wê demê, pêwîst bû ku aliyên siyasî kurdî, ti carî bawerî bi rayderên Rûsiya nekirina û bi biryareke cuda û hevpeymaniyeke cuda li gel aliyên din ên navneteweyî dest bi karên parastina xelkên Efrînê bikirana.

Hinek din jî ji çavdêrên siyasî wiha didin xuyakirin ku ji ber berjewendiyên welatên Ewropî û Rûsî û Amerîkî, hemû ji bo dagîrkirina Efrînê bêdengiya xwe dane nîîşandan û hinek aliyên kurdî jî bi riya kesayetiyên xwe di kenalên Ewropî û Tirkî de rewabûna dagîrkirina Efrînê û pakkirina ji PKKê mor û wajo dikin û bi şev roj li ser kenalan bangewazî dikirin ku mafê Tirkiye heye parastina sînorên xwe ji êrişên PKKê bike, lê mixabin, Tirkiyê bi riya têgeh û axivtinên wan kesên kurd, li pêş cîhanê, rûyên xwe sipî dikir û bi mafê xwe didît ku Efrînê ji destên Rêvebirya Xweser ya Kurdî derxîne û dagîr bike.


Efrîn; Berhemên zeytûnan beriya û piştî dagîrkirinê

Her komeke çekdar ên bi navê opozisyona Sûrî bi serê xwe gefan li Efrîniyan dikin û Efrîniyan ji berhemên wan bê beş dikin..

Li herêma Efrînê ya ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, piştî dagîrkirina 18-3-2018`an, ku sîtema hikûmraniya rêvebriya xweser ya kurdî li Efrînê bi yekcarî hate rûxandin, komên çekdar ên ser bi Turkiyê ku bi navê oposizyona Sûrî tevdigerin, gef û hereşeyan li xelkên sivîl ên Efrînî dikin û bi darê zorê daxwaza pere û zeytê zeytûnan dikin.

Derbarê gefên kom,ên çekdar li dijî Efrîniyan de...

Di wê barê de, jêdereke agahdar li navçeya Şera ya ser bi Herêma Efrînê ku ji ber rewşa ewlehiya xwe ve, nexwest navê xwe bê sernivîs ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Piştî dagîrkirina Efrînê, her komeke çekdar bi serê xwe bacê ji xelkên sivîl ên Efrînî distînin û eger na, wê demê gefên kuştinê li wan dikin an jî zarokên wan an peyayên wan an keçkên wan didizin ta ku ew pereyên ku dixwezin bi dest bixin.

Ew jêder di derbarê cudayetiya di navbera rewşa niha û ya beriya 18-3-2018`an de, wiha nerînên xwe anî ser ziman; Lê di dema rêvebiriya xweser de, yek hêz hebû, yek hikûmet hebû, yek desthilat hebû, yek biryar hebû, yek dadgeh hebû, yek hêza asayîşê hebû, tyek hêza taybet hebû, yek hêza parastina Herêma Efrînê hebû.

Wê jêderê aşkire kir ku êdî kes nizane kî xwedî desthilate an hikûmdare an dagîrkere, ji ber ku rojê du sê komên çekdar serî li gundan dixin û daxwaza pere û zeytê dikin, êdî xelkên Efrînê nizanin wê çi bikin an jî çawa rojên xwe derbas bikin. Ji ber ku her komeke çekdar bi awayekî tên û daxwazên xwe dikin û bi darê zorê bacê li ser Efrîniyan disepînin.

Êdê jiyan li Efrînê na be...


Her weha gelek jêder ji navçeya Mabata ya ser bi herêma Efrînê derbarê rewşa heyî li herêma Efrînê û tevgerên çewt ên komên çekdar û tawanên wan derbarê jiyana xelkên Efrînê bi giştî piştî dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re û nemana rêvebriya kurdî ji PUKmedia`yê re wiha anî ser ziman; Piştî nemana rêvebriya xweser ya kurdî li herêma Efrînê, ew çekdarên ku ser bi Tirkiyê bi navê opozisyona Sûrî tevdigerin, dema ku tên gundan, bi zordariyê dipeyvin, ti reftarên wan ên nêzîk mirovan tune ye, ew yekser bi kuştin û jinavbirinêa mirovan dipeyêvibn û hemû peyvên wan jî gefên kuştin û qirkirinê ne.

Xelên navçeyê dibêjin: Eger derfet hebe wê xelkên li nava Efrînê tev ji Efrînê derkevin, ji ber ku êdî jiyan bê wateye, ti wateya jiyanê li cem Efrîniyan nemaye, eger hemû rojek di bin ghef û hereşeyan de jiyana xwe derbas bikin, wê demê, jiyan li ku ma. Wek tê zamnîn ku her kesê ku daxwaza wan pêkneyên, ew bi alîgirên PYDê an jî Rêvebiriya Xweser tê tawanbarkirin û wê demê, sizaya wî kesî an lêdane an jî jinavbirine.

Di heman babetê de, jêderên ku ji navçeya Mabate yê ye, wiha axivî; Ez dikarim bibêj im ku êdî jiyan li Efrînê ji bo Efrîniyên resen nemaye, tenê ew kesên ku ji Goata û derdora Şamê hatine herêma Efrînê, ew bûne xwedî axvtin û desthilat û her tişt, lê mixabin xelkên Efrînê ku ji Efrînê ne, ew ji hemû tiştî bêbeşin.

Jêdera agahdar derbarê birîn û şewtandina darên zeytûn û hinek darên mezin û temndar ên Gêlberî û Tuyê jî wiha got; Niha darên zeytûna bi aşkire û zelal li ber çavên xwediyan têne jêkirin û hilkirin, mixabin tu kes nikare dengê xwe bike. Bi sedan darên zeytûnan hatine hilkirin û birîn, bi dehan darên Gêlberî û Tuyê û Çinarê ên ku temenên wan ji du sed sal û 3 salan zêdetir e tên hikûin û jêkiirn û êzingên wan jî difroşin Idlib û Ezaz û Tirkiyê.

Encûmen bê rol û bê wate ne..

Derbarê rola Encûmenên navxweyî ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine damezrandin ve, jêdereke din jî li nava bajarê Efrînê ji PUKmedia`yê re  dazanîn; Heya niha ti rola encûmenên navxweyî ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine damezrandin di warên kirdarî de ji bo parastina aramî û jiyana xelkên Efrînê ji metirsiyan nebûye, ewê baş kar bike, yekser dikin zîndanê an jî tiştekî bi serê wî dikin û wê ji holê radikin, ango komên çekdar hemû tişt xistine destên xwe û ew bi çekên xwe dipeyvin û ne yasa û ne jî ti tiştekî ku wan ji wê karê xerap dûrbixîne tuneye.

Ew jêder dirêjî bi nêrîna xwe dide û dibêje; Endamên ku rola xwe di hundirî wan encûmenan de hene, tenê ên erebên şovenîst û Turkmanênên nejetperestin. Ji bilî wan tu kes gotinên xwe na be. Hinek kurdên Efrînê ku tê de cihgirtine, ew ser bi Encûmena Nîştimanî ya Kurdî ve ne lê ti peywendiyên wan bi wan re nemane, ji ber ku ew xwe wek ereb an jî turk nîşandidin û ti tiştî ji kurdeyetiya xwe re nakin û hinek jî ser bi aliyên ku bi komên çekdar re ji Encûmena Nîştimanî Kurdî nêzîktir in.

Jêdera ji Efrînê di axivtinên xwe de, wiha dide xuyakirin; Di rastiyê de, li herêma Efrînê piştî dagîrkirina Efrînê, ti wateya kesên Efrînî resen tune ye û nemaye, ew kesên ku ser bi ENKSê ne heman ew kesên ser bi PYD`ê her wek yek dijmêrin û ji aliyê komên çejkdar ve tên girtin û lêdan û kuştin.

Beriya dagêrkirina Efrînê her çowaleke zeytûnan 2 teneke zeyt dihat...

Derbarê berhemên zeytûnan di dema rêvebiriya xweser û piştî dagîrkirinê de jî, jêdereke ji navçeya Şiyê wiha anî ser ziman, Li Herêma Efrînê berhemên îsal ya zeytûna gelek baş bûn, ji hemû salan baştir bû, lê mixabin, hemû berhem çi bi aşkire û çi bi nihênî ji destên gel çû, ji ber ku komên çekdar tenê armanca wan dizîn û bê beşkirina Efrîniyan ji berhemên zeytûna ye. Bû nimûne berê ji her çowaleke zeytûnan, du teneke zeyt an jî yek teneke û nîv dihat, lê mixabin îsal, tenê yek teneke û car heye kêmtirî yek tenekê zeyt hatiye û nirxên wê jî tev şikandine ku êdî nîvî nirx jî nake.

Jêder derbarê berhem û firûştina zeytê zeytûnan jî wiha anî ser ziman: Ji bilî ku zeytûnan bê wate dikin û ji her çowalekê tenekek an jî kêmtirê jê zeytê derdixin, hîn mijara firoştinê jî, her xeraptire ku nirxê yek teneke bi 10 hezar leyweyê Sûrî dikirin. Di demkeê de ye ku xerckirina ku her salê li yek sdarê zeytûnê diçe bi qasî 12-13 hezar leyre ye, lê mixabin, îro jî zeyt bi nixeke pir daketî û bê wêne ji Efrîniyan dikirin ku di serdema rêvebiriya xweser ya kurdî de her yek tenek bi 30 dolar heya 45 dolaran bû.

Cudayetiya di navbera reftarên rêvebirya kurdî û ya Tirkiyê de...

Di mijara cudayetiya di navbera reftarên rêvebiriya xweser û ya komên çekdar û Tirkiyê de ku niha li Efrînê hikûmraniyê dikin de, welatiyên navçeya navçeyê Cindirêsê jî wiha zelal zelal dikin ku di serdema rêvebiriya xweser de, Efrînî tev xwedî rol û destkevtên xwe bûn, bi xwe bi xwe berhemên zeytûnan radikirin û didînan û tenê ji % 2 wek bac pêşkêîş bi rêvebiriya xwesr dihat kirin û ti destêwerdanên wan di mijara berheman de tune bû.

Wan welatiyan derbarê destêwerdanên rêvebiriya xweser ji berhemên zeytûnan re wiha şirove kir, Hemû xwediyên zeytûnan bi serê xwe bûn, hikûmeta herêma Efrînê ya rêvebiriya xweser, tenê bi riya komîteya aborî, dest bi komkirina alîkariyê dikir, hemû bi kaxez û fermî bû, nedibû ku her kes ji aliyê xwe ve daxwaza bac an jî alîkariyê bike.

Wê jêderê aşkire kir ku dema ku xelkên Efrînê diçin cem Encûmenên ku Tirkiyê sazklirine ji bo gilî û sikalayê li komên çekdar, piştî rojek an du rojan, ew komên çekdar tên û wan siza dikin û bi aşkire ji wan re dibêjin çi mafê we heye, hûn herin li me gilî bikin, hûn neçarin daxwazên me pêkbînin û ti rê ji we re tune ye, eger na, wê demê ji Efrînê derkevin û biîçin cem PYDê.


 Çawaniya vejandina aborya Rojavayê Kurdistanê li Efrînê beriya roja reş 20-1-2018`an..


Weke tê zanîn ku bi bê pêşxistina kerta aborî, gelek girînge û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, kerta aborî, stûna navenda pişta siyaset û xwebirêvebirina Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê an jî her rengekî desthilatê be, pêwîstî bi geşepêdana aboriyê heye.

Li ser wê mijarê, gelek aborînasên kurd li dervayî welat, bi min re peywendîdar bûn, tako hewil bidin kerta aboriyê li Rojavayê Kurdisdtanê bidin vejandin, ev babet ji aliyê çavdêrên siyasî û aborînas ve dihate şirovekirin, beriya dagîrkirina Herêma Efrînê, proje hebû ku hewil bidin dest bi kampîneke berfereh ji bo pêşxistina kerta aboriya Rojavayê Kurdistanê dest pê bikin. Çi bi seminar û çi bi ragihandin û çi bi riya konferans û komcivînan be û çi bi riya berferehkirina peywendiyên xwe li gel aliyên peywendîdar ên navneteweyî.

Her weha ev ji hemû aborînasên kurd li welat û derveyî welat tê xwestin ku xwe ji bo kar û xebatên wisa amadebikin û tevlî wê kampînê bibin. Aborînasên Kurd jî wiha daxwaz dikin ku kampînek ji bo vejandina kar û barê aboriyê li Rojavayê Kurdistan dest pê bike. Bi nimûne Kantona li Efrînê zêdetir ji 25 milyon darên zeytûnan hene ku 15 milyon ji wan berhemdêrin, bêhtir ji 2 milyon darên Henarê hene ku yek milyon û nîv ji wan daran berhemdêrin, bêhtir ji 1 milyon darên çeftelî hene, bi sed hezaran darên din yên mêwe hene ku mirov dikare sûdê jê bigre.

Her weha bendava Meydankê jî heye ku hem ji bo kerebeyê û hem jî ji bo avdana dar û beran û li çiya û sirtên bajaroka Racoyê jî, bi hezaran tonê hesin hene ku ji axa wê deverê tê çêkirin.

Min di nivîseke xwe beriya dagîrkirina Efrînê de wiha nivîsîbûm; Dibe ku em bi awayekî cedî li ser babeta aboriyê rawestin û em dest bi kempîn û xebatên jêrxana aboriyê bikin, her weha ew dorpêça aboriya ku ji aliyê komên çekdar û çeteyan ve li dijî Efrîn û Kobanê pêkhatiye, cihê fikrandin û bixwedeçûndinê ye, ji ber wê yekê jî, pêwîst e em di derbarê pêşxistina jêrxana aboriya li Rojavayê Kurdistanê baş xwe amade bikin û xebateke bê wêne û bi awayekî pisporî dest pê bikin tako em bibin bersiv ji vê qonaxa hestiyar ku em tê de dijîn.

Mixabin, bi pîlana dagîrkirina Efrînê, hemû proje û awat û xwestekên me hatin pûçkirin, lê dîsan em bi umêdin û hêviya me pir bihêz û bilinde ku Efrîn wê dîsan li me vegere, dibe ku ne wek berê be, ne bi desthilateke kurdî be, lê wê her vegere û wê ji destên dagîrkeran derkeve, lê dema wê çiqase, ji bilî Îsraîl û Amerîka û Rûsiya û Tirkiyê, çi kes û alî nizanin.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket