Kurdên Sûriyê di bin hukariya tevgerên başûr û bakur da dijîn

kurdistani 06:46 PM - 2019-01-10
Mihemed Xelîl Efrînî

Mihemed Xelîl Efrînî

Apê Mihemed Xelîl ku temenê xwe ji 70 salan derbas kirî, kesayetiyekî xwedî helwest û nêrînên nîştimanî ye, li dervayî welat jî pir mayî û xebatên rewşenbîrî û çandî di xizmeta doza gelê kurd de bi gelek kesayetiyên kurdî re jî hevpar bû ye ku yek ji wan kesayetiyên ku apê Mihemed pê re daye û standiye serok Mam Celal bû ye, di barê mijara destpêşxeriya KNKê jib o yekrêziya gelê kurd û aliyên ramyarî kurdî li Rojavayê Kurdistanê wiha bersiva PUKmedia`yê da; Silav û rêz ! Destpêşkiriya KNK pîroze , hîwa me bi serkevin di vê babetê de û bighênin yekrêrêziya kurdên Sûryê, lê mixabin kurdên Sûryê ne xwediyê mêjiyên xwe ne.

Li Cizîrê, gola req û beqa ye, kes nizanê kî bi kêva girêdayî ye, hemu ajansên beyanî li wir dixebitin û nêwnerên xwe di nav rêzên kurdan de hatine çandin, diyare yên li her deverê jî hebin. Kurdên Sûriyê di bin hukariya tevgerên başûr û bakur da dijîn.

Li başur doza kurd li sala 1965 - 1966 kete dubendiya birêz Îbrahîm Ehmed û Mam Celal le layek û Mila Mistefa Barzanî li layekî tir . li du rêkevtina 11. 3 . 1970 Mam Celal û hevalbendên wî rêkevtin pîrozkirin û daway lêbihorîn ji gelê kurdistanê xwastin , Milla Mistefa bi navê gelê kurdistanê ew baxşandin û vegeryan kurdistanê û pêşmerge tevî hevbun . Ev berseke gereke bibe ji kurdên surya ra dersek bo yekbuna hêzên leşkerî.

Pirsa min ji KNKê: Hûn kanin ENKESê hûnin bo danîştinê? Ji ber ku erêkirina Tirkiyê û kak Mesud Barzanî pêwîste. Ev merce jî Yê were ci, eger Amrîka Xanimekê di ciyê pizîkbira Madlîn Ulbrite bi nav bikê û bang hemu serekpartiyên kurdan ke, ku werin û hevdu ramusin û hembêz kin û danîşin û çareseriyê ji kurdên Suryê ra bibînin . Eger ev kareta han eger KNK kanê bi cih bînê ? Eger na, baweriya min pê nayê ku bighîne tu armancê.
Berî her tîştî gereke bawerî li ba her partiyekî çê bibe hêka xwe li gor kûna xwe bike, wê çaxê yê bi hevgînin.

Siyasetmedarên kurd pêwîste welatparêz û nîşitmanperwer bin. Xwedî rûmet û fedakar bin, Çav li ne malê dinê bin, ne li dû berjewendiya kesayetî bigeri. Yanê yan flus yan namus.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket